Rojnamevan Yûrtsever: Tirkiye amadekariya êrişên li dijî Garê û Qendîlê dike 2024-09-26 09:02:06 AMED - Rojnamevan Engîn Yûrtsever êrişên Tirkiyeyê yên li dijî başûrê Kurdistanê nirxandin û got: “Tirkiye bi van êrişên xwe yên dawî dixwaze zemîna êrişek berfireh li dijî Garê û Qendîlê amade bike.”  Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li dijî başûrê Kurdistanê pêk tên berdewam dikin.    Rojnamevan Engîn Yûrtsever êrişên Tirkiyeyê yên li dijî başûrê Kurdistanê ji ajansa me re nirxand. Yûrtsever destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze zemîna êrişên li dijî Garê û Qendîlê amade bike.    Yûrtesever anî ziman ku Tirkiye bi van êrişan dixwaze stratejiya sînorên Misak-i Millî ji nû ve zindî bike û got: “Tirkiye dixwaze bi êrişên li dijî başûrê Kurdistanê berê stratejiya xwe xêz bike.”    ‘JI DAGIRKERIYÊ DERBASÎ ÎLHEQÊ BÛN’   Yûrtsever da zanîn ku Tirkiye nemaze ji sala 2023’yan ve stratejiyek ku armanc dike PKK’ê tasfiye bike bi rê ve dibe û wiha got: “Tirkiye di çarçoveya vê stratejiye de bi PDK’ê û hikûmeta Iraqê re hevdîtinên dîplomatîk pêk anî. Li herêmê pêvajoya ji dagirkeriyê derbasî îlhaqê bibe diqewime. Tirkiye bi piştevaniya PDK’ê rêyên ji Batûfayê dirêjî Şeladizê dibe çêdike û dixwaze hêza xwe ya leşkerî qewîn bike. Tirkiye li noqteyên stratejîk ên herêmê baregehên leşkerî ava kiriye û armanc dike ku jîngehên sivîl ti temamî vala bike. Xwezaya Kurdistanê û gelê kurd her roj tê bombebarankirin. Arman tenê ew e ku wir ji kurdan xalî bike, di heman demê de dixwaze ku kes nikaribe li herêmê bijî.”    ‘AMADEKARIYA ÊIŞÊN LI DIJÎ GARÊ Û QENDÎLÊ TÊN KIRIN’   Yûrtsever destnîşan kir ku li pişt planên êrişên Tirkiyeyê planên nû hene û wiha axivî: “Bi piştevaniya malbata Barzanî, devera Metîna û rojavayê Zapê hatiye dorpêçkirin. Bi ku Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî serdana Bexdayê kir êriş derketin asta îlheqiyê. Li baregeha leşkerî ya li Bamernê MÎT’ê û yekîneya îstîhbarata PDK’ê Parastin odeya tevgera hevpar ava kirin. Tirkiye li vê herêmê hêzên pêşmergeyan bikar tîne û Tirkiye di nava amadekirina zemîna êrişek berfireh a li dijî Garê û Qendîlê de ye. Tirkiye bi êrişên xwe yên demê dawî re dixwaze zemîna operasyonek berfireh li dijî Garê û Qendîlê amade bike. Ev tiştên diqewimin provayên Tirkiyeyê ne ku dixwaze başûrê Kurdistanê bi temamî dagir bike. Ev prova ji Metîna hat destpêkirin. Valakirina gundan û avakirina kontrolên rêyan parçeyek ji vê planê ye.”    MA / Delal Akyuz