Xebatên bendavê ku dê bi xwe re rûxandineke mezin bîne dest pê kirin 2024-09-26 09:03:06 ŞIRNEX - Çêkirina projeya "Bendava Cizîrê" ku dê li Cizîrê li ser Çemê Dîcle bê çêkirin hat destpêkirin. Bi bendava ku ji aliyê desthilata AKP'ê ve bi salan e propagandaya wê tê kirin, wê gelek wargehên dîrokî bin avê de bimînin û her wiha bi çêkirina bendavî re dê Kurdistana Federe û Iraq bi krîzek giran a avê re rû bi rû bimînin. Çemê Dîcleyê ku di navçeya Cizîr ya Şirnexê derbas dibe, ber bi sînorên Herêma Kurdistana Federe ve diherike Korfeza Basrayê. Xebatên "Bendava Cizîrê" ku tê plankirin li ser Çemê Dîcleyê bi dirêjahiya 2 hezar û 800 kîlometreyî bê çêkirin û wekî çemê Rojhilata Navîn ê herî dirêj tê dîtin, dest pê kirin. Bi bendavê re dê gelek berhem û avahiyên dîrokî yê li devera ku bajar lê tê çêkirin di bin avê de bimînin.    Li bajaroka Kasrik a Şirnexê dest bi çêkirina bendavê tê kirin.  Projeya ku îhaleya wê di 24'ê Gulana 2013'an de hatibû kirin ji ber hin nakokiyên di navberên şîrketan de  hat sekinandin. Bi çêkirina bendavê re rolyefeya împaratorê Gûtî û li gorî hinekan jî rolyefeya siwarên Partan ku bi navê “Derbenda Qralan” ku çiyayên Gabar û Cûdî ji hev vediqetîne, wê di bin avê de bimîne. Rolyefa ku şêniyên herêmê jê re dibêjin "Peykerê Bûk û Zava" jî dê di bin avê de bimîne. Ev berhemên dîrokî yê hezar salî ku herêmê temsil dikin dê yek carê bên tunekirin. Her wiha hat hînbûn ku li gel destpêkirina çêkirina bendavê şeniyên gundê Misûrîyê hatine agahdarkirin ku li herêmeke bi xetere ne û divê cihê xwe terk bikin.   WEZARETÊ ERÊNÎ DÎT    Di biryara ku Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê di 29'ê Nîsana 2019'an de ji bo projeyê girtibû de wiha hat gotin: "Qirkirina Çerxên Madeyên Bendava Cizîrê û HES'ê (Enerjî, Ava Vexwarinê, Avdanî) ku ji hêla Wezareta Daristan û Karûbarên Avê ya Midûriyeta Giştî ya Karên Hîdrolîk a Dewletê (DSÎ) Rapora Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) ji hêla Komîsyona Çavdêrî û Nirxandinê ve hat qebûlkirin."    JI BO ÇÊKIRINA BENDAVÎ BIRYARA ÎSTÎMLAQKIRINA YA LEZGÎN   Ji bo Bendava Cizîrê ya bê çêkirin, DSÎ jî ji bo projeya bendavê ya li herêmê biryara lezgînî ya îstimlaqkirina 255 parselan da. Li gundêNewalaîsaaga ya Cizîrê 138 lat, li gundê Ûlaşê 100 lat, li gundê Aşagidere 5 lat û li gundê Çatalkoyê 12 lat hatin îstîmlaqkirin. Bendava Cizîrê ku xwedî hêza 340,74 MWm ye, dema ku çêkirina wê biqediya wê bi kapasîteya xebitandinê ya 330,51 MWe hilberîne.   Bi Biryarnameya Lijneyê ya Hejmar 11649-12 a 16'ê Sibata 2023'an, ji bo Projeya Bendava Cizîrê destûrnameya hilberînê ya 49 salan da.    Tê diyarkirin ku Kurdistana Federe û Iraqa ku ji ava Çemê Dîcleyê sûd digirin bi qedandina bendavê re dê bi krîzeke mezin a avê re rû bi rû bimînin.   MA / Zeynep Dûrgût