Di Haberturkê de bang hat kirin ku suîqest li Bafel Talabanî bê kirin 2024-09-26 09:45:27       NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Îstîxbarata Fermandariya Giştî yê berê Îsmaîl Hakki Pekîn di bernameya Haberturkê de bang kir ku li Serokê Giştî yê YNK’ê Bafel Celal Talabanî suîqest bê kirin.    Serokê Îstîxbarata Fermandariya Giştî yê berê Îsmaîl Hakki Pekîn di bernameya “Gerçek Fikri Ne” a ku Eren Egîlmez di Haberturk TV pêşkêş dike, gefa kuştinê li li Serokê Giştî yê YNK’ê Bafel Celal Talabanî xwar.    Ev kujerê berpirsê bi hezaran kurdên li bakurê Kurdistanê li ser ekranê di weşana zindî de bang dike ku suîqest li Serokê Giştî yê Yekitiya Niştîmaniya Kurdistan (YNK) Bafel Celal Talabanî bê kirin.    Pekîn bal kişand ser lihevkirina “ewlehiyê” di navbera Enqere û Bexdayê de û got ku hevdîtina li gel Beşar Esad girîng e. Pekîn wiha got: “Peymana Tirkiyeyê ya li gel Iraqê gelek girîng e. Heman tiştî divê em li vî alî (Sûriyeyê) jî bikin. Efendim Bafel Talabanî viya dike. Divê ji dewrê bê derxistin. Heta pêwîst bike divê tu suîqestê lê bikî.”    Ji studyoyê hişyarî hat û Pekîn li ser vê hişyariyê got: “Hûn nekin, bi hinekî din bidin kirin.” Habertürk'te Bafil Talabani için 'suikast' çağrısıhttps://t.co/ZS835V9zlA pic.twitter.com/Fm5FnpxTiq — Mezopotamya Ajansı (@MAturkce) September 26, 2024