Dayik Nezîre Bîrlîk: Haci Lokman bi kuştinê xelas nabin 2024-10-03 09:33:35 ŞIRNEX - Dayika Haci Lokman Bîrlîk ê piştî hate binçavkirin hate qetilkirin û laşê wî bi wesayîta zirxî ve hate girêdan û li navenda bajêr hate kaşkirin Nazîre Bîrlîk, wiha got: “Haci Lokman bi kuştinê xelas nabin, bi hezaran Haci Lokman çûn lê têkoşîn didome.”  Haci Lokman Bîrlîk (24) di 3’yê cotmeha 2015’An de li Taxa Dîcleyê ya Şirnexê bi awayekî birîndarî hate binçavkirin û bi 28 guleyan hate qetilkirin. Laşê Bîrlîk bi wesayîta zirxî ve hate girêdan û li navenda bajêr hate kaşkirin. Dîmenên têkildarî kêliya ku laşê Bîrlîk bi erdê re dihate kaşkirin ji aliyê polîsan ve li ser medyaya dîjîtal hate parvekirin. Di lêpirsîna derbarê 4 polîsên peywîrdar ên di wesayîta zirxî de hate destpêkirin de cezayê “rawestandina qidemê” hate dayîn. Midûrê Şaxa Tevgera Azad ê serdemê M.K ku hate diyarkirin di wesayîta zirxî ya laşê Bîrlîkê pê ve hate girêdan de bi bêtêlê diaxive û derbarê Midûrê Polîsan ê Çîna 1’emîn E.R. de tu kirarî nehatin kirin.    Tevî ku bi ser bûyerê re 9 sal derbas bûn jî di dilê dayika Bîrlîk de hêj weke nû çêbûye ye. Dayik Nazîre Bîrlîk wiha got: “Bi ser re 9 sal derbas bûn lê weke ku 9 roj in ji nav me çûye ye. Kurê min her tim di dilê me de ye û em ê qet ji bîr nekin.”   Dayik Bîrlîk bi lêv kir ku tiştên qewimîn “qeder in” û wiha berdewam kir: “Lê qedera bi destê evdan tê nivîsîn nayê qebûlkirin. Neheqiya evdan gelekî giran e. Heke kurê min bi emrê Xwedê jiyana xwe ji dest dabûya dibe ku em da salekê êşa wî bikişînin û pişt re ji bîr bikin. Mirin emrê Xwedê ye. Em hemû dê bimirin lê kurê min bi zilma evdan hate qetilkirin. Zilmeke mezin li kurê min kirin. Ji bo ku em vê zilmê ji bîr nekin bizanebûn kirin. Her roj zilma wan zêde dibe. Xwedê wan tîmar bike.”     Bîrlîk, bi lêv kir ku kesên ku kurê wê qetilkirin şûna bên cezakirin hatin terfîkirin û ev tişt got: “Tişta herî zêde çû zora min bû ev. Ev bû zilma li ser zilmê. Dema ev tişt kirin weke ku kurê min jinûve şehîd kirin. Zilma ku li kurê min hate kirin di hişê herkesê de ye.”   ‘BI HEZARAN LOKMAN ÇÛN LÊ TÊKOŞÎN BERDEWAM DIKE’    Bîrlîk, got ku “Haci Lokman bi kuştinê xelas nabin” û wiha berdewam kir: “Dema kurê min hate qetilkirin Xwedê dizane ka çend Haci Lokman çêbûn. Heke bi kuştinê xelas bûbûna 100 sal in têkoşîn berdewam nedikir. Bi hezaran Haci Lokman çûn lê têkoşîn berdewam dike.”   Dayik Bîrlîk bang li gelê kurd kir ku bibin yek û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Serê her tiştî yekitî ye. Heta ku em tifaqa xwe ava nekin dê ev zilma li ser me berdewam bike. Divê em kurd tifaqa xwe pêk bînin. Em niha li malekê dinêrin fikra herkesê cuda ye. Di navbera me kurdan de tifaq nîne. Tişta ku tê serê me ji ber vê nebûna tifaqa me ye. Ji ber vê yekê divê em demildest tifaqa xwe pêk bînin. Bi xiyanetê bi xayîntiyê em negihin tu derê.”