Hevdîtina dawî ya li Îmraliyê: Ez ê derê veguherînim cihê çareseriyê 2024-10-03 09:54:23 ŞIRNEX - Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî de wiha gotiye: “Xwestin Îmraliyê bikin gor û Kurdistanê jî bikin cihê şer û dagirkeriyê. Lê belê ez jî dê vê derê veguherînim cihê aştî û çareseriyê.”  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi komployeke navneteweyî ji Sûriyeyê hate derxistin û di 15’ê Sibata 1999’an de anîn Tirkiyeyê. Ji wê rojê heta niha Abdullah Ocalan li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîdeke giran de tê ragirtin. Ji Abdullah Ocalan 43 meh in tu agahî nayên girtin.    Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan ku di hevdîtina dawî ya parêzeran a li Îmraliyê de cih girtibû, têkildarî tecrîda girankirî û komployê axivî.    'KOMPLO BI RÊBAZÊN CUDA TÊ DOMANDIN’    Aslan, diyar kir ku bi ser komployê re 26 sal derbas bûn lê hêj jî nehatiye ronîkirin û wiha got: “Ne diyar e kîjan hêzan di çi astê de di komployê de cih girt. Di derxistina birêz Ocalan a ji Rojhilata Navîn û anîna wî ya Tirkiyeyê de rola DYA, Ingilistan û gelek welatên ewropî heye. Bandora Almanya û Îtalyayê heye. Ev encam, aqilê navneteweyî bû. Xwestin di şexsê birêz Ocalan de têkoşîna azadî, wekhevî û demokrasiyê ya gelê kurd ji bo pergala xwe xetere dîtin. Lewma xwestin bi qikirin, derbe û bi şewitandina gundan gelê kurd ji têkoşîna azadiyê dûr bixin. Ev plan bi ser neketin lewma xwestin serokê têkoşîna azadiyê tune bikin û têkoşîna wî tesfiye bikin. Armanca komployê ev bû û hêj jî didome. Mejiyê komplo pêk anî û yê îro Îmrali ava kirî heman aqil e. Komplo îro jî bi rê û rêbazên cuda tê domandin.”    HEWLDANÊN ABDULLAH OCALAN ÊN JI BO ÇARESERIYÊ   Uysal, axaftina xwe wiha domand: “Ji bo sekn û fikrên birêz Ocalan cuda nîşan bidin polîtîkayên cuda di meriyetê de ne. Lê belê hest û ruhê têkoşîna azadiyê ya kurd di destpêkê de afirandî îro hêj li Îmraliyê di birêz Ocalan de heye. Ji destpêkê heta niha birêz Ocalan tu caran li gel şer nebû. Birêz Ocalan li dijî dagirkeriya li Kurdistanê û ji bo azadiya gelê kurd têkoşîn da destpêkirin. Her tim serî li çareseriya demokratîk da. Xwest pêşî li şer bigire û ji bo aştiyê têkoşiya. Di hevdîtinên 2013-2015’an de û di hevdîtina 2019’an de jî digot; ‘Xwestin Îmraliyê bikin gor û Kurdistanê jî bikin cihê şer û dagirkeriyê. Lê belê ez jî dê vê derê veguherînim cihê aştî û çareseriyê.’ Bi vê yekê re helwesta xwe bi eşkereyî nîşan da. Her tim di çareseriya demokratîk û aştiyê de israr kir.”    TECRÎD Û ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD    Uysal, got ku tevî hewldanên çareserî û aştiyê jî Abdullah Ocalan li Îmraliyê di tecrîdê de tê ragirtin û ev tişt anî ziman: “Di kîjan astê de dibe bila bibe, dema we kesek ji jiyanê qut kir, ji vê re dibêjin tecrîd. Dema ew ast hate kûrkirin, wê demê jê re dibêjin tecrîda mutleq anku 'incommunicado'. Mirov nikare aliyekî hiqûqî ya tecrîda li Îmraliyê vebêje. Ji ber ku nêzikatiya li dijî wir siyasî û polîtîk e. Gelê kurd birêz Ocalan weke rêberê xwe û muxatabê çareseriyê dibîne. Tirkiye û hêzên navneteweyî jî bi vê rolê dizanin lewma tecrîdê didomînin. Heke birêz Ocalan weke muxatab were dîtin û hevdîtin bên kirin dê pirsgirêka kurd çareser bibe. Tecrîda li ser birêz Ocalan, tecrîdkirina gelê kurd û pirsgirêka kurd e.”    'BERXWEDANA MEZIN ENCAM GIRT’   Aslan, bertekên di demên berê de li dijî tecrîda li Îmraliyê hatine nîşandan bi bîr xist û wiha pê de çû: “Me di 2019’an de bi birêz Ocalan re hevdîtin kir û ev hevdîtin jî encama berxwedan û têkoşîneke mezin bû. Bi Leyla Guven dest pê kir û li tevahiya cîhanê belav bû. Di grevê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan. Berxwedaneke ewqas mezin bû ku Wezareta Dadê got; ‘Dê bi hiqûqê were kirin û hevdîtin bê kirin.’ Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî jî neçar ma ku bibêje ‘Divê bi hiqûqê were kirin.’ Piştî ewqas bedelên giran 8 sal piştre li Îmraliyê hevdîtin hate kirin. Destûr dan ku 2 parêzer hevdîtinan bikin. Berxwedana gel encamekî wiha bi xwe re anî. Di vê hevdîtinê de me nekarî bi girtiyên din re hevdîtinan bikin. Di hevdîtina ewil de birêz Ocalan ji bo gel nameyeke ji 7 xalan pêk tê radest kir. Di van 7 xalan de sekna xwe ya li Îmraliyê vegot. Di hevdîtina din de peyama birêz Ocalan bi raya giştî re hate parvekirin. Di dema hevdîtina dawî de êrişên li dijî Rojava û bazariya Tirkiyeyê ya bi DYA’yê re hebû. Piştre jî hevdîtin bi dawî bûn.”    Newroz Uysal Aslan, bi bîr xist ku ji bo 26’emîn salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê kêmek dem maye û wiha bi dawî kir: “Dema em li dîroka nêz dinêrin; êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Rojava di 9’ê Cotmehê de hate destpêkirin. Peymana di navbera Bexda, Hewlêr û Enqereyê de li dijî Şengalê di 9’ê cotmehê de hate îmzekirin. Her wiha êrişên di sala 2021’ê yên li dijî Mexmûrê di 9’ê cotmehê de hatin destpêkirin. Pergal, ji bo teslîmgirtina gelê kurd bi zanebûn ‘roja reş’ tercîh dike û wan rojan bi bîr dixe.”    MA / Omer Akin