Rojnameger Ûrmiye: Îran di bin zextekî giran de ye 2024-10-03 10:33:57 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Şêroo Ûrmiye ku ji rojhilatê Kurdistanê ye, wiha got: “Îran di bin zextekî giran de ye. Pêvajoya pêş hem ji bo Îranê hem jî ji bo kurdan gelek dibêtiyan di nava xwe de dihewîne.”  Hamasê di 7’ê Cotmeha 2023’yan de êrişî Îsraîlê kir û li ser van êrişan Îsraîlê jî dest bi hedefgirtina Filistînê kir. Bi van êrişan re li Rojhilata Navîn serdemeke nû dest pê kir. Di êrişên heta niha de zêdetirî 41 hezar kes hatin kuştin. Demekî kin piştre jî Lubnan û Sûriye bûn hedefa Îsraîlê. Di êrişên dawî dawî de Serokê Hîzbullahê Hasan Nasrallah û gelek rayedarên payebilind hatin kuştin. Li ser vê yekê Îranê bi moşekan êrişî Îsraîlê kir. Rojnamegerê ji rojhilatê Kurdistanê Şêroo Ûrmiye têkildarî êrişên Îsraîlê û rewşa li herêmê axivî.    Ûrmiye, bi bîr xist ku Îranê heta meha nîsanê jî tu bersivên yekser neda û wiha got: “Dema li dijî Îranê êrişek dihat kirin, ji hêzên xwe yên leşkerî yên li Sûriyeyê dixwest ku yekser bersivê bidin. Heke Îranê bixwesta yekser êrişê bike, dikariya bi rêya hêzên xwe yên li wir bike. DYA’yê gelek caran digot ku heke di êrişên Îranê de leşkerên wê bimirin dê piştgiriyê bide Îsraîlê. Lewma Îranê gelek caran bi rêya Hîzbullah, Hamas û hêzên xwe yên din ên wekîl bersiv dida. Lê Îranê du caran bi xwe besiv da. Armanca ji van êrişan ew bû ku bersivê bide gotinên cîranên xwe yên ‘Li dijî konsolosxaneya Îranê êriş hate kirin lê bêdeng ma.’ Jixwe Îranê ev êriş jî bi vê tirsê kir.”    ‘HÊZÊN WEKÎL ZEXT LI ÎRANÊ KIRIN’   Bi domdarî Ûrmiye anî ziman ku helwesta Îranê ya berê ji hêla hêzên wekîl ve hatiye rexnekirin û wiha pê de çû: “Bi kuştina serokên Hamas û Hîzbullahê re hêzên wekîl ên li Sûriye û Lubnanê dest bi rexneyên giran ên li dijî Îranê kirin. Bertekên li dijî Îranê mezin bûn. Îranê digot ku dê tola Haniye hilîne lê heta demekî dirêj bêdeng ma. Lê belê bi kuştina Nasrallah re êdî nema dikariya bêdeng bimîne û ji bêçarî êriş kir. Îran di mijara êrişê de dudil ma. Heke bersiv nedabûya hem dê Îsraîlê êrişên xwe girantir bikira hem jî dê êriş bêhtir nêzî welat bûbûna. Li gel vê, bertekên li dijî Îranê dê hêj zêdetir bûbûna. Heke bersiv dabûya jî dê îxtîmala şerê di navbera her du welatan de zêdetir bûbûya. Îran di ferqa rewşa xwe de ye. Hem aboriya wê xerab e hem jî ambargo heye. Îranê di êrişên dawî de bi zanebûn qadên vala hedef girt. Ji ber ku hem naxwaze şerekî nû derkeve hem jî dixwaze nîşan bide ku hêza wê ya leşkerî heye.”    ‘GELÊ ÎRANÊ ŞER NAXWAZE’   Ûrmiye, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rejîma Îranê êdî ji hêla gel ve qet nayê pejirandin. Derdorên girêdayî rejîmê û yên piştgiriyê didin wê ji sedî 10’ê kêmtir e. Yên din jî li dijî rejîmê ne. Gel naxwaze mudaxilî şer bibe. Ji biryarên rejîmê yên hundir û derve gelek aciz in. Dê Îsraîl li dijî van êrişan bêdeng nemîne. Gelek pisporên siyasetê wisa dibêjin. Tê îdiakirin ku Îsraîl dê bîrên petrolê û pîstên balafiran hedef bigire. Îsraîlê jî got ku dê li dijî van êrişan bêdeng hemîne Mirov nizane dê Îran bersiveke çawa bide van êrişên îxtîmalî. Heke bersivê bide dê şerê di navbera her du welatan de dest pê bike. Em dizanin ku hêzên girêdayî Îranê li Iraq, Sûriye û Lubnanê hene. Agahî hene ku piştî kuştina Nasrallah, Hîzbullah ji hêla moral û leşkerî ve di nava têkçûnekê de ye. Lê dîsa jî heke Îsraîl bersiveke mezin bide, Îran dê neçar bimîne ku bersivekê bide wê. Di van mercan de jî îxtîmaleke mezine ku şer derkeve.”    ‘BIÇEKBÛNA KURDAN ÎRAN DITIRSAND’    Di berdewamê de Ûrmiye anî ziman ku ji bilî PJAK’ê tevahiya hêzên kurd ên li Rojhilat hatine bêçekkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Gelê kurd dê nexwaze di şerekî îxtîmalî de aliyekî bigire. Ji ber peymanên di navbera Irak-Îran û Tirkiyeyê de, komên kurd ên li Rojhilat hatin bêçekkirin. Herêmên lê diman hatin valakirin. Jixwe ev hêz li dijî rejîmê nediketin pevçûnan. Êdî tekane xebata wan ew bû ku gel agahdar dikirin û daxuyanî didan. Lê dîsa jî bandoreke wan a mezin li ser gel hebû. Lewma jî li şûna şer, daxwazên xwe bi çalakiyan bi pêş dixistin. Heke pevçûn nebin jî rejîma Îranê ji hêzên kurd gelek ditirsiya. Komên çekdar ên kurd piranî li Sinê, Ûrmiye, Kirmanşan û deverên din ên piranî kurd lê dijiyan bûn û vê jî Îran dixist nava tirsê. Îran niha di bin zextekî giran de ye. Pêvajoya pêş hem ji bo siyaseta Îranê hem jî ji bo kurdan gelek dibêtiyan di nava xwe de dihewîne.”    MA / Bêrîvan Kutlu