Tenduristî li Qersê derketiye asta metirsiyê 2024-10-04 10:45:11   QERS - Li Qersê ji ber kêmasiya bijîşkan li 2 nexweşxaneyan 15 beş hatin girtin û alavên tenduristiyê hatine ber rizîbûnê. Prof. Dr. Barlas Sulu diyar kir ku li Qersê negihîştina xizmeta tenduristiyê bûye sedema koçberiyê.    Welatiyên li Qersê dijîn di warê tenduristiyê de bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Rewşên wekî nebûna dixtor û kêmasiya amûran, pirsgirêkên tenduristiyê girantir dike. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Qers Harakanî û Nexweşxaneya Lêkolîn û Pêkanînê ya Tenduristiyê ya Zanîngeha Kafkasê 15 beş ji ber nebûna dixtoran hatin girtin. Amûrên tibî yên heyî ji ber beşên wan hatin girtin, hatine asta ku riziyan e. Welatî ji bo xizmeta tenduristiyê werbigirin, neçar dimînin biçin nexweşxaneyên bajarên derdorê.   Endamê Hîndekariya Zanîngeha Kafkasê ku di Desteya Rêveberiya Odeya Tabîban a Agirî, Qers, Erdexan, Îdirê de cih digire Prof. Dr. Barlas Sulu got ku xizmeta tenduristiyê ku têr nake bûye sedema koçberiyê.    'GELEK BIJÎŞKAN ÎSTÎFA KIRIN’    Sulu diyar kir ku 2 nexweşxaneyên li bajêr bi Erdexan û Îdirê re xizmeta tenduristiyê dide nêzî 700 hezar kesî û got: "Nebûna bijîşên pispor û personelên alîkar û kêmasiya alavan dibe sedema astengkirina xizmetên tenduristiyê. Gelek beşên herdu nexweşxaneyan jî hene. Ji ber kêmbûna bijîşkan ev beş tên girtin. Ji ber nêzîkatiyên neyînî yên hikûmetê li ser bijîşkan di demên dawîn de li vê nexweşxaneyê kêmasiya doktorên pispor heye. Bi salan pirsgirêka aborî ya herî girîng û tundiyê gelek diktor îstifa dikin û diçin."   'BEŞ GIRTÎN E Û AMÛR DIRIZIN’    Sulu anî ziman ku di van beşên hatine girtin de jî amûrên ku mane hatine asta rizîbûnê. Sulu diyar kir ku ji ber hîndekarên beşên norolojî, psîkiyatrî, cîldiyei nexweşiyên enfeksiyonê, patolojî, Tiba Nukleer, Tedawiya Fizîkê û Rehabîlîtasyon, Cerahiya Zarokan, Romatoloj, Endokrînolojî, Gastroenterolojî, Alerjî-îmmunolojî, Hematolojî, Gerîatri, Beşa Lezgîn a Zarokan tüne ne xizmetê nadin. Sulu destnîşan kir ku ji ber nebûna xizmeta tenduristiyê û welatiyên nikarin xwe bigihînin tenduristiyê neçar dimînin ji bajêr koçî bajarên cuda dikin.    '150 HÎNDEKAR ÎSTÎFA KIRIN E’    Sulu da zanîn ku gelek hîndekarên zanîngehê îstîfa kirine û ji ber kêmasiyên li nexweşxaneyê gelek hîndekar nayên û yên tên jî îstîfa dikin û diçin. Sulu anî ziman ku di salên dawî de nêzî 150 endamên hîndekariyê ji ber kêmasiyên li nexweşxaneyan ji nexweşxaneya zanîngehê veqetiyan e.