3 jê rojnamevan 22 kes di binçavan de ne: Parsûyên Hevserokê DEM’ê şikandin 2024-10-16 08:02:47   ŞIRNEX - Hevserokê DEM Partiya Bajarokê Tilqebînê Lezgîn Kosen ê di çalakiya Dayikê Aştiyê de hat binçavkirin, parsûyên wî hatin şikandin û li nexweşxaneyê tê tedawîkirin.    Meclisa Dayikên Aştiyê bi daxwaza “Ji şer re na, a niha aştî” li bajarokê Tilqebînê ya ser bi navçeya Silopiya Şirnexê li hev civiyan û dest bi çalakiya nobetê kirin. Leşker û polîsan êrişî çalakiya Dayikên Aştiyê kirin 3 jê rojnamevan 22 kes kirin binçavan.    PARSÛYÊN KOSEN ŞIKANDIN    Hevserokê Rêxistina DEM Partiya Bajarokê Tilqebînê Lezgîn Kosen bi lêdanê hat binçavkirin û ji bo kontrola tenduristiyê wî radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiya. Li nexweşxaneyê hat tespîtkirin ku parsûyên Kosen hatine şikandin û li nexweşxneyê tê tedawîkirin.    Her wiha hat zanîn ku li gel Kosen, Hevşaredarê Cizîrê Abdurrahîm Dûrmûş, endamê Meclisa Şaredariya Silopiya Abdullvahap Admiş, endamê DBP’Ê Sadûn Aklant jî bi lêdanek giran re rû bi rû man e.    22 KES DI BINÇAVAN DE NE    Navê kesên hatine binçavkirin ev in: Endama Meclisa Partiyê ya DBP’ê Gogercîn Aras, Hevseroka DEM Partiya Mêrdînê Necla Acibucak, Hevserokê DEM Partiya Cizîrê Yilmaz Sanri, Hevşaredarê Cizîrê Abdurrahim Durmuş, Perîhan Nayir, Nurten Sancar, Baran Bakin, Serdar Kayaalp, Abdulvahap Admiş, Abdulazîz Baysak, Îbrahîm Kaylan, Nurî Salgucak, Sadûn Aklant, Muryeme Turan, Davut Kalkan, Dahila Admiş, Aynur Ayas, Mehmet Akman.”   Her wiha nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) Zeynep Durgut û Mahmut Altintaş, nûçegihana JinNewsê Derya Ren jî ku çalakiyê dişopandin bi lêdanê hatin binçavkirin.