Nobeta Dayikên Aştiyê didome: Leşkeran betaniye avêtin çopê 2024-10-16 08:40:52 ŞIRNEX - Tevî êriş, zext û binçavkirinan jî çalakiya nobetê ya Meclisa Dayikên Aştiyê bi dirûşma “Ji şer re na, a niha aştî” daye destpêkirin didome. Çalakiya nobetê ya ku endamên Meclisa Dayikên Aştiyê li bajarokê Tilqebînê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê bi dirûşma “Ji şer re na, a niha aştî” daye destpêkirin didome. Tevî êriş, derb û binçavkirinan jî dayikan paşvegav neavêtin û çalakiya xwe li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Tilqebînê didomînin.    LEŞKERAN BETANIYEYÊN DAYIKAN AVÊTIN ÇOPÊ    Leşkeran, di tevahiya şevê de avahiya partiyê dorpêç kirin û nehiştin dayik pêdiviyên xwe yên bingehîn jî pêşwazî bikin. Di saetên şevê de hewa sar bû û dayikan xwestin bi betaniyeyan xwe germ bikin lê ji hêla leşkeran ve hatin astengkirin. Leşkeran, betaniyeyên dayikan jê standin û avêtin çopê. Leşkeran pêşiya wesayîta Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncu girtin û xwestin tê de lêgerînê bikin. Li ser vê yekê rageşî derket.    ‘EM Ê JI BO AŞTIYÊ TÊBIKOŞIN’   Dayikan bangî leşkeran kirin û gotin: “Hûn betaniyeyên me nedin jî dê nobeta me bidome. Ji bo aştiyê çi hewce bike em ê bikin.”