Ji bo 11 bajaran bi koda zer hişyariya barîna zêde hate kirin 2024-10-17 08:43:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê di serî de Amed û Riha, ji bo 11 bajaran bi koda zer hişyariya barîna zêde kir.    Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM) rapora xwe ya têkildarî rewşa hewayî ya îro weşand. Midûriyetê ji bo 13 bajaran bi koda zer hişyarî kir. Li gorî raporê, dê li Erzirom, Qers, Meletî, Wan, Amed, Sêrt, Riha, Stenbol, Kocaelî, Enqere, Eskîşehîr, Nevşehîr, Bolu, Duzce, Sînop, Zonguldak, Artvîn, Samsun û Trabzonê barîneke zêde bibare. Tê payîn ku germahî di navbera 6-12 pileyan de bikeve. Midûriyetê li dijî rabûna avan, brûsk, gijlok û lehiyan banga hişyariyê kir û xwest welatî tevdîrên xwe bigirin.    JI BO 11 BAJARAN HIŞYARIYA BI KODA ZER    Midûriyetê ji bo van bajaran bi koda zer hişyarî kir: “Riha, Amed, Bedlîs, Mûş, Êlih, Agirî, Îdir, Artvîn, Rîze, Trabzon û Gîresûn.