ROJEVA 17’Ê COTMEHA 2024’AN 2024-10-17 09:00:16       * Abdullah Ocalan ku li dijî komkujiyên jinan gelek caran bal kişandiye xweparastinê di hevdîtina parêzeran a bi dîroka 2011-2014’an ev nirxandin kir: “Şoreşa ku jinê azad neke, ne şoreş e. Yekane rizgarî azadî ye.”   * Parêzer Cengîz Yureklî diyar kir ku Abdullah Ocalan tevî pirsgirêka kurd dikare hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser bike û têkildarî daxuyaniyên vê dawiyê yên der barê "hevdîtin" û "pêvajoya nû" de jî wiha got: "Tişta ku tê gotin ne mimkun e û tew tiştekî manîpulatîf e. Lê belê divê deriyên Îmraliyê bên vekirin û fikirên birêz Ocalan bi rihetî bên gengeşekirin.”   * Rojnamevan Memed Drews diyar kir ku hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistana Federewê bibe pêşbirka navbera "Xakfiroş" û "Xakparêz"an û got: "Encamên hilbijartinê wê hevsengiyên li herêmê ji nû ve ava bikin."   * Tehliyeya Onûr Kangal ê li Girtîgeha Tîpa S a Kavakê tê ragirtin, bi îdiaya “Ji bo bê nav civakê amade nîne” saleke din hate taloqkirin.   * Pêşangeha Pirtûkên Kurdî ya Êlihê dê di roja duyemîn de bidome. (12.00-18.00)   * Karkerên Fernasê ji bo hevdîtina bi rayedarên şîrketê re dê ji Enqereyê biçin Somayê. (12.00)    * Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ku li bajarokê Tilqebîna Silopiya Şirnexê çalakiya nobeta aştiyê dabûn destpêkirin dê îro bi daxuyaniyek çapemeniyê bi dawî bikin. (12:00)