Tehliyeya girtî bi hinceta ‘ji bo bê nav civakê amade nîne’ hate taloqkirin 2024-10-17 09:20:48   WAN - Tehliyeya Onûr Kangal ê li Girtîgeha Tîpa S a Kavakê tê ragirtin, bi îdiaya “Ji bo bê nav civakê amade nîne” saleke din hate taloqkirin.     Tehliyeya Onur Kangal ê Girtîgeha Tîpa S a Kavak a Samsûnê tê ragirtin salekê hate taloqkirin. Kangal li Amedê dihat darizandin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Înfaza Kangal di 7’ê cotmehê de temam bû lê belê Lijneya Îdare û Çavdêriyê bi îdiaya “nebaşhale” tehliyeya Kangal salekê taloq kir.    Lijneyê di biryara xwe de cih da îdiaya “Kesekê xetere ye, ji bo tev li civakê bibe amade nîne, xetere heye zirarê bide hin kesên din.” Di heman demê de hinceta “Poşman nîne” jî weke hincet hate nîşandan. Lijneyê biryar da ku rewşa Kangal di 7’ê cotmeha 2025’an de careke din were nirxandin. Îtîraza li dijî biryarê li Dadgeriya Înfazê ya Samsûnê hatiye kirin jî hate redkirin. Li ser vê yekê parêzerê Kangal li Dadgeha Cezayên Giran a Samsûnê îtîraz kir.    'LIJNE BÊALÎ NÎNE’   Parêzerê Kangal têkildarî mijarê wiha got: “Hincetên ji bo biryarên lijne û Dadgeriya Înfazê hatine nîşandan, bêbingeh in. Biryareke bêbingeh û razber e. Dema mirov lê dinêre dibîne ku lijne bêalî nêz nebûye. Îfadeyên muwekîlê me esas nehatine girtin û nayê zanîn bê ka biryara şênber li gorî kîjan hinceta hatiye dayin. Nehatiye eşkerekirin bê ka li girtîgehan kîjan yekîne li gorî kîjan hincetê puanan dide. Dadgeriya Înfazê jî copypasta û bi awayekî derhiqûqî biryarê dide. Divê biryara lijneyê tavilê bê betalkirin û muwekîlê min bê berdan.”    ÎHD: TEHLIYEYA 501 KESAN HATE TALOQKIRIN    Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji roja Lijneya Îdare û Çavdêriyê ketin meriyetê heta niha anku ji 29’ê kanûna 2020’an heta niha tehliyeya 501 girtiyan bi hincetên cuda hatin taloqkirin. Tehliyeya 501 girtiyan gelek caran salekê, 9 mehan, 6 mehan û 3 mehan hatin taloqkirin. Ji girtiyên tehliyeyên wan hatine astengkirin 54 jê 30 salên xwe temam kiribûn û mafê wan ê berdana bi şert hebû. Ji girtiyan 73 jê jin, 105 jê nexweş û 42 jî di lîsteya girtiyên nexweşiya wan giran de cih digirin.    MA / Rûken Polat