Rojnamevan Drews: Hilbijartina herêmê dê bandorê li hevsengiyên herêmê bike 2024-10-17 09:41:17   AMED - Rojnamevan Memed Drews diyar kir ku hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistana Federe wê bibe pêşbirka navbera "Xakfiroş" û "Xakparêz"an û got ku encamên hilbijartinê wê bandorê li hevsengiyên li herêmê bike.   Encamên hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistana Federe ku dê di 20’ê Cotmehê de bê lidarxistin, ji bo hêzên herêmî û navneteweyî xwedî girîngiyeke mezin e. Hilbijartina ku wê bandorê li tevahiya Rojhilata Navînê bike, dê di navbera YNK û PDK'ê de pêk were.   Rojnamevan Memed Drews hilbijartina Herêma Kurdistana Federe de nirxand.    Drews diyar kir ku di hilbijartinên borî de kontrol di destê PDK'ê de bûye, lê di vê hilbijartinê de rewş guheriye û got: "Vê carê Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê amadekariya hilbijartinan dike û bandora PDK'ê ya li ser hilbijartinê bi dawî bûye. Ev, di encama têkoşînên demdirêj ên YNK'ê hatin bidestxistin. Ev ji bo hilbijartinên adilane gaveke girîng bû. Rêveberiya Bexdayê ji bo ewlehiya hilbijartinê tedbîrên cidî girtin. 60 hezar personelên asayîşê ji bo ewlehiya hilbijartinê hatin perwerdekirin. Lê em ê bibînin ka ev tedbîr di roja hilbijartinê de dê çiqasî bi bandor bin."   Drews anî ziman ku dê hilbijartin li 4 herêmên ku ji Hewlêr, Dihok, Silêmanî û Helebceyê pêk tên bê kirin û wiha got: “Ev rêziknameya nû dê nehêle PDK li Dihok û herêmên din ên wekî Silêmaniyê nûnerên xwe li ser dengdêrên xeyalî hilbijêre. Wekî ku Serokê YNK’ê Bafel Talebanî diyar kir, niha nêzî 460 hezar dengdêrên xeyalî ji holê hatine rakirin.  Guhertineke din a girîng ku di qanûna hilbijartinê de hat kirin, kotaya hindikayiyan bû. PDK'ê bi vê avantajê di ser kêmnetewan re di her hilbijartinê de bi 11 kursiyan dest pê kir. Lê di vê hilbijartinê de hem hejmara parlamenteran û hem jî kotaya kêmneteweyan hat kêmkirin. Ev nîşan dide ku avantaja stratejîk a PDK'ê di hilbijartinên berê de bi awayekî berçav ji holê rabûye."   Memed Drews   BANDORA GOTINÊN YNK'Ê   Drews îşaret bi wê yekê kir ku gotên “Xakfiroş” û “Xakparêz” bandor li ser propagandaya hilbijartinê kiriye û got ku helwesta tund a YNK'ê bi taybet li hember êrişên Tirkiyeyê, di nav raya giştî de rastî bertekeke berfireh hat.  Drews got: "Gotinên neteweperest û dij-tirk ên YNK'ê, li hemberî siyaseta hevpar a PDK'ê bandoreke mezin li ser dengdêran kir. Ji ber ku PDK piştî referandûmê neçar ma ku kontrola petrol, gaz û deriyên gumrikê radestî Bexdayê bike. Ev yek, destê PDK'ê di warê aborî de lawaz kir. Di vê hilbijartinê de hêza PDK'ê ya ku bi bikaranîna hêza xwe ya aborî zextê li dengdêran bike, wekî berê nîne. Her çiqas PDK bi birîna mûçe û gefên bi vî rengî zextê li dengdêran bike jî, rêveberiya Bexdayê bi awayekî eşkere diyar kir ku di van hilbijartinan de mûçe nayê birîn. Hilbijêr dê bêyî tirsa aborî hebe dengê xwe bidin."   CIWAN BER BI YNK'Ê VE DIÇIN   Drews bal kişand ser wê yekê ku hilbijêrên ciwan di hilbijartinê de xwedî roleke pir girîng in û got ku êrişên Tirkiyeyê di nava ciwanan de hêrseke mezin çêkiriye. Drews wiha got: "Ciwanên ku li dijî dagirkeriya tirk xwedî li berxwedanê derdikevin, piştgiriyê didin YNK'ê. Dengdêrên ciwan bi giranî ber bi YNK'ê ve çûne."    ‘ENCAM DÊ BANDORÊ LI HERÊMÊ BIKE'   Drews bal kişand li ser wê yekê ku encamên hilbijartinan ne tenê li Herêma Kurdistana Federe, li seranserê herêmê jî dê bandoreke girîng bike û got ku welatên herêmê yên wekî Tirkiye û Îran ji nêzîk ve hilbijartinê dişopînin. Drews got,: “Tirkiye ji bo serkeftina PDK’ê bi hemû hêza xwe tevdigere. Lê eger YNK bi ser bikeve, diyar e ku dê welatparêziya kurdan bi ser bikeve û xeta hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re têk biçe. Der barê serdana Nêçîrvan Barzanî ya Enqereyê de, dezgehên çapemeniyê yên nêzîkî PDK'ê dinivîsin ku ew hevdîtin hevdîtineke ji nişka ve bûye. Serokê MÎT’ê çima beşdarî hevdîtina serokê herêmekê û serokê welatekî dibe? Di hilbijartina Kerkûkê de jî danûstandin ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin kirin. Li wir têk çûn. Ji ber ku PDK di van hilbijartinan de li ber windakirinê ye, ev çûnhatina hevdîtinan çêbû."    Drews bi bîr xist ku hilbijartin di qada navneteweyî de bi baldarî tê şopandin û got ku dê 9 welat û 8 rêxistinên navneteweyî wekî çavdêr beşdarî hilbijartinê bibin.