Tehliyeya girtiyê nexweş Îvrendî hat taloqkirin: Bi rêxistinê re têkiliya xwe qut nekiriye! 2024-10-17 09:53:24 MÊRSÎN - Cemîl Îvrendî girtiyek nexweş e û 30 sal in girtî ye. Berdana Îvrendî bi hinceta “têkiliya wî bi rêxistinê re qut nebûye” 6 meh hat dirêjkirin.    Cemîr Îvrendî 30 sal in girtî ye. Niha li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tê ragirtin. Ew di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire. Nexweşiyên wek dil, hîpertansiyon, kolesterola zêde, astim, anal fîstul û gelek nexweşiyên din lê peyda bûne. Tevî ku cezayê Îvrendî qediya jî lê berdana wî 6 meh hat dirêjkirin.   LÊFERZKIRINA POŞMANIYÊ    Desteya Midûriyeta Îdare û Çavdêriyê y Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê bi pirdengiyê di 26’ê îlona 2024’an de “berdana bi şert” a Îvrendî red kir. Desteya Îdare û Çavdêriyê neberdana Îvrendî spart van xalan: “Pûanê pêşketina esasa halê baş 49,04 e, ne poşman e, ji rêxistinê neqetiyaye, di dema xwe ya girtîgehê de 7 caran cezayê disiplînê lê hatiye birîn û aîdiyeta wî ya bi rêxistinê re didome.” Desteya ku berdana Îvrendî red kir got ku wê rewşa berdana wî di 15’ê nîsana 2025’an de ji nû ve bê nirxandin û 6 mehan berdanê taloq kir.    BIRYAR LI GORÎ RÊBAZ Û QANÛN HATIYE DÎTIN    Îvrendî têkildarî biryarê li Dadgeriya Înfazê ya Kirşehîrê îtîraz kir. Dadgeriya Înfazê di 11’ê cotmehê de têkildarî îtîrazê biryar da û diyar kir ku biryara redkirinê ku daye li gorî rêbaz û qanûnê ye û viya hikum kir. Piştî biryarê Îvrendî li Dadgeha Cezayê Giran a Kirşehîrê îtîraz kir. Hê jî bersiva îtîraza Îvrendî nehatiye dayîn.    12 CARAN EMELIYAT BÛYE!     Keça Îvrendî, Dîlan Îvrendî Orûç bertek nîşanî neberdana bavê xwe da û got ku bavê tevî ku girtiyê nexweş e û rewşa wî giran e jî nayê berdan. Îvrendî Orûç bal kişand ser nexweşiyên li bavê wê peyda bûne û got ku bavê wê ji dilê xwe emeliyeta vekirî bûye û got: “Ji sala 2007’an vir ve nexweşiya anal fîstul lê eyda bûye û tevî hemû emeliyat û tedawiyan jî ev nexweşî ji ser xwe neavêtiye. Bavê min ji ber vê nexweşiya giran 12 caran emeliyat bûye. Birîna wî her tim îltîhab digire û bi pansûmanê xwe li jiyanê digire. Ev nexweşî û gelek nexweşiyên din lê peyda bûne, jiyan û tenduristiya wî dixin zehmetiyê. Nikare bi tena serê xwe bijî. Em wek malbatê vê biryara taloqkirina berdana wî qebûl nakin. Em dixwazin ku di serî de bavê min û divê hemû girtiyên nexweş bê şîrove û bê hincet bên berdan.”    MA / Hamdullah Yagiz Kesen