ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2024'AN 2024-10-20 09:00:16   * Mêşvan Necmettîn Canbey ku ev 30 sal in mêşvaniyê dike, behsa lênêrîna mêşên hingiv kir û wiha got: “Min bi 25 kewarên mêşan dest bi vî karî kir. Ji ber ku mêşên hingiv pir hesas in lênêrîna wan jî pir zehmet e.”   * Girtiyên li girtîgehên Edeneyê diyar kirin ku bi salan e ji ber lêgerîna li hundirê dev û muayeneyên kelepçekirî mafê wan ê tenduristiyê tê binpêkirin.    * Jinan anî ziman ku di demeke wiha de ku kuştina jinan zêde bûye xwe ewle hîs nakin û bal kişandin ser xweparastinê û ev peyam dan: "Ancax jin dikarin cîhanê biguherînin."    * Jinên Egîtîm-Senî destnîşan kir ku çavkaniya kuştina jinan û tundiya li wan tê kirin polîtîkayên desthilatê ne û gotin: "Divê em bibin yek û têkoşînê bimeşînin."    * Bi hinceta ku bîkîniyê ala tirkan li ser parve kiriye, derheqê Serokê Komeleya Agiriyiyan a Edeneyê Şahîn Sari de bi îdiaya “Elametên serdestiyê yên dewletê biçûk xistiye” lêpirsîn hate vekirin.    * Doç. Dr. Hakan Guneş diyar kir ku geşedanên li Rojhilata Navîn guherînê li hemû welatan ferz dike û wiha got: “Girîng e bê ka dê kurd çi bikin. Kurd di nava hevkêşeyeke piraktor û tevlihev de ne û hewl didin mafên xwe yên kolektîf berfirehtir bikin.”   * Baroyên gelek bajaran dê hilbijartinê li dar bixin. (09.00-17.00)   * Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê dê li Eywana Konferansan a Şaredariya Sêrtê “Hevdîtina Alim, Dayik û Pîran” li dar bixe. (10.00)    * DBP dê li Bagcilar a Stenbolê komxebatê li dar bixe. (10.00)   * Meclisa Jinan a DEM Partiyê dê li navenda giştî ji bo nîqaşkirina xeta polîtîk a serdema nû civînê li dar bixe. Berdevka Meclisa Jinan Halîde Turoglû dê beriya civînê daxuyaniyê bide. (10.30) ZINDÎ   * 1’emîn Şahiya Çand û Gastronomiyê ya Şaredariya Erxeniyê li dar dixe dê di roja 2’yemîn de bidome. (11.00-17.00)    * Pêkhateyên TJA’yê yên Mêrdînê ji bo balê bikişînin ser cînayetên jinan dê meşekê li dar bixin. (14.00)   * ARÎ-DER dê ji bo bîranîna nivîskar Cegerxwîn li Parka Yilmaz Guney merasîma bîranînê li dar bixe. (14.00)