Îdianameya cînayeta Narîn Guran hat qebûlkirin 2024-10-23 15:27:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Îdianameya ku der barê 4 bersûcên têkildarî qetilkirina Narîn Guran de hatibû amadekirin, hat qebûlkirin. Ji bersûcan re cezayê muebeda girankirî tê xwestin.    Narîn Guran a 8 salî di 21’ê tebaxê de li gundê Çûliyê yê ser bi navçeya Rezana Amedê ve hatibû windakirin û piştî 19 rojan di 8’ê îlonê de cenazeyê wê hatibû dîtin. Îdianameya der barê qetilkirina Narîn Guran de ku hatibû amadekirin hat qebûlkirin.    Îdianame der barê apê Narîn Guran, Salîm Guran, dayika wê Yuksel Guran û kekê wê Enes Guran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar de hat amadekirin. Dozgeriyê îdianame ji dadgehêr e şand û 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê îdianame qebûl kir.    Di îdianameyê de der barê her çar bersûcan de ji sûcê “Kuştina bi qestî ya bi hevkarî li dijî zarokê” cezayê muebeda girankirî yê hepsê hat xwestin.    Her çar bersûc wê di 7’ê mijdarê de derkevin pêşberî dadger.