Li ber TUSAŞ'ê teqîn: 4 kesan jiyana xwe ji dest da 2024-10-23 16:29:32 ENQERE - Li ber tesîsên Pîşesaziya Hewavanî û Fezayê ya Tirk a li navçeya Kazanê teqînek çêbû.    Li ber tesîsên Pîşesaziya Hewavanî û Fezayê ya Tirk a li navçeya Kazan a Enqereyê teqînek çêbû. PIştî teqînê ji herêmê dengê çekan bilind bû. Hat îdiakirin ku teqîn ji ber xwekujiyê çêbûye.    Tşpên taybet û tîmên agirkujiyê sewqî herêmê hatin kirin.    DAXUYANIYA YERLÎKAYA   Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlikaya, têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal daxuyaniyek belav kir. Yerlikaya daxuyand ku di êrişê de birîndar û mirî hene.    4 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA   Yerlîka têkildarî mijarê daxuyaniyeke din belav ir û got ku di êrişê de heya niha 3 kesan jiyana xwe ji dest daye û 14 kes birîndar bûne. Her wiha Yerlîkaya daxuyand ku ji kesên êriş kirine 2 kesan jiyana xwe ji dest daye.    Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan jî têkildarî mijarê daxuyanî da û got ku 4 kesan jiyana xwe ji dest daye.