Di êrişên dewleta tirk de 4 kes hatin qetilkirin û 15 kes birîndar bûn 2024-10-24 08:12:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk bi balafirên şer û çekên giran êrişî seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di êrişan de heta niha 4 kes hatin qetilkirin û 15 kes jî birîndar bûn.    Artêşa tirk şevê din ji bejahî û hewayî ve bi balafirên şer, balafirên bêmirov û çekên giran êrişî seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.    Li gorî nûçeya ANHA’yê; dewleta tirk malên welatiyên li bajarê Til Rifetê, gundewarên bajarê Til Temirê, Kantona Minbicê, Navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn, stasyona kehrebê ya li Kobanê, noqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û navenda tenduristiyê li Qamişloyê, her wiha stasyon û avahiyên stratejîk ên Kantona Cizîrê hedef girtin.   Di nûçeya ANHA’yê de hat destnîşankirin ku di encama êrişên li dijî Til Rifetê ya Kantona Efrîn û Şehbayê de 4 welatî di nav de zarokek jî şehîd bûn û 10 kes jî birîndar bûn.   Her wiha 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî di êrişa li dijî Kobanê de birîndar bûn.   Di bombebarana li dijî navenda tendurstiyê ya li Taxa Xelîc a Qamişloyê de welatiyek birîndar bû û di êrişa li dijî stasyona Siwêdiyê ya bajarê Dêrikê de karkerekî kargeha gazê birîndar bû.