Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî Şengalê kir 2024-10-24 08:17:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî Şengalê kir. Di êrişê de jinek birîndar bû.    Dewleta tirk şevê din saet derdora 23.30’ê de bi Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) êrişî gundê Barê yê navçeya Dîgurê yê Şengalê kir. Li gorî nûçeya Rojnewsê; di bombebaranê de avahiyeke aydê welatiyekî hedef hate girtin. Li gorî agahiyên destpêkê, di êrişê de jinek birîndar bû.