Dêrik: Xeta Bêrîtan hê jî li dijî 'xiyanetê' li ber xwe dide 2024-10-24 08:58:48   RIHA - Endama Meclisa Jinan a Zenûbya Jiyan Dêrik diyar kir ku Bêrîtan a ku wekî Jeanne d'Arc a kurdan tê bibîranîn, ji jinên cîhanê re mîrasek hiştiye û got ku jinên ku piştre bûne artêş, li dijî "xeta îxanetê" têkoşîna xwe berdewam dikin.   Gulnaz Karataş an jî Bêrîtan... Yek ji pêşengên têkoşîna jinên kurd e. Bêrîtan a bi eslê xwe Dêrsimî ye, di sala 1971'ê de li navçeya Bongilan  a Çewlîgê ji dayik bûye û heta lîseyê li Xarpêtê xwendina xwe qedandiye. Li Stenbolê, di 1989'an de di dema salên zanîngehê de lêgerîna wê, wê daxilî nava têkoşînê dike. Berîtan a ku çewisandinê qebûl nedikir û bi taybetmendiya xw eya serîhildêr derdiket pêş, di Newroza 1989'an de pê dihese ku ew kurd e. Tecrûbeya wê ya yekem a dijwar berxwedana wê ya li hember îşkenceya ku di girtîgehê de d,tibû û zindanîkirina wê ya demkurt bû. Berîtan ku di sala 1990'î de bi hevjînê xwe re tevlî têkoşîna azadiyê bû, di Cotmeha 1992'yan de bi rojan li dijî leşker û pêşmergeyan şer kir. Bêrîtan a ku ji dêma xwe, mil û sînga xwe birîndar bû, heta dawiyê li ber xwe da. Gava he rçû dora wê hat tengkirin, fermandarên pêşmergeyan bi berxwedana wî bandor bûn û jê re gotin ku eger teslîm bibe dê tiştek neyê serê wê. Bersiva Berîtan jî ew bû ku piştî ku çeka xwe îmha kir, xwe ji zinarên Lêlîkana Xakurkê avêt xwarê (25.10.1992). Gava wê ev çalakî kir hê 21 slaî bû. Berxwedana wê bersiva herî zelal a li dijî teslîmiyetê bû.    Berîtanên ku piştî mirina wê ji dayik bûn bi dilê xwe tevlî têkoşînê bûn. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinên ku pêşengiya jiyaneke nû ya ku wekî alternatîfa pergala baviksalar a kapîtalîst hatiye avakirin dikin, wekî parêzvanên vê kevneşopiyê têdikoşin.   Endama Meclisa Jinan a Zenûbya Jiyan Dêrik bi boneya di 32'yemîn salvegera mirina Bêrîtan axivî.    NASNAMEYA JINA BERXWEDÊR   Dêrik anî ziman ku ruhê berxwedêr û têkoşer yê Berîtan ji koka wê tê û got: “Dêrsim erdnîgariyek bû ku li hember qetlîamên Împaratoriya Osmanî yên di dîrokê de û qetlîamên di dema damezrandina Tirkiyê de pêk hatin, mazûvaniya kesayetên berxwedêr bû. Berîtan jî nasnameya xwe ya jina berxwedêr ji vê erdnîgariyê girtiye. Bi vê nasnameya dîrokî di nava tevgerê de cih girt. Bêrîtan jî mîna Dêrsimê di şerê Başûr de rastî her cure êrişan hat. Birîndar bû, hat xwestin ku wê bigirin, lê paşve gav neavêt."   Dêrik anî ziman ku piştî Berîtan tevlî PKK'ê dibe bi salekê dibe şahidê "Şerê Başûr" kir û û dagirkerî û xiyaneta li vir û wiha got: "Wê îtîfaqa PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re û hêzên din ên hegemonîk ên herêmê re dît. Li hemberî çekên wan ên giran şer kir. Bû şahidê mirina gelek hevalên xwe û rûyê qirêj ê şer dît. Lê li gel serweriya teknîkî û çekî ya dijmin jî îradeya jinê di vî şerî de bi ser ket û dijmin paşde gav avêt. Piştî vî şerî Berîtan wekî 'Jeanne d'Arc ya kurdan' hat bibîranîn. Ji ber ku Berîtan bi helwest û vîna xwe ruhê Jeanne d'Arc li Kurdistanê vejiya. Xwest ku li dû wê kes negirî û got, 'Ez ê ber bi azadiyê ve bimeşim û govenda azadiyê bigirim.' Teslîmî artêşa Tirkiyeya ku bi fikrên Osmanî tevdigere û jinan wekî 'xenîmetê' dibîne û xeta xiyanetê nebû. Berîtan jî bû sembola teslîmnebûnê. Ji ber ku çeka xwe jî ji bo ku neyê girtin şikand û bi dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo' xwe avêt xwarê. Bi gotina wê, wê jiyana azad hilbijart."   MÎRATEYA 'JIN, JIYAN, AZADÎ'   Dêrik diyar kir ku çalakiya Bêrîtan ne tenê jinên Kurdistanê bandor kiriye li gelek jinên Rojhilata Navîn jî bandor kiriye û bi bîr xist ku fermandarê pêşmergeyan ê wê demê jî piştî çalakiya xwe çek daniye. Dêrik wiha berdewam kir: “Çalakiya Berîtan got ‘birakûjî’ raweste. Piştî şehadeta wê artêşbûna jinê dest pê kir. Îro jî artêşa jin bi ruhê Berîtan xebatên xwe didomîne. Jinên li Başûrê dest pê kirin navê Bêrîtan li zarokên xwe bikin. Berîtan li vir bû sembola azadî û biratiyê. Jinên ku bûne leşker îro jî têkoşîna Berîtan a li dijî çekên giran û heta kîmyewî didomînin. Yên li Başûrê 'xeta xiyanetê' didomînin jinan qetil dikin. Lê tu carî serî nehat tewandin. Felsefeya 'Jin, jiyan, azadî' jî mîrateya vê berxwedanê ye. Jinên ku li ser xeta Berîtan têkoşiyan ne tenê ji bo jinên kurd, ji bo jinên cîhanê jî mîrateyek hiştin."   MA / Ceylan Şahînlî