ROJEVA 24’Ê COTMEHA 2024’AN 2024-10-24 09:00:29   * Parêzera girtiyê nexweş Abdûrrahman Gemîcîoglû Mehtap Işik, diyar kir ku ji roja ku muwekîlê wê hatiye girtin heya niha 15 caran sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin û got ku rapora heyeteê bi derengî hatiye xistin.   * Serokê Şaxa ÎMO ya Amedê Mahsûm Çiya Korkmaz anî ziman ku li Amedê avahiyên ji erdhejê zirar dîtibûn û hatibûn valakirin, xetereyê didin der û got ku bajar ji bo erdhejeke gengaz ne amade ye.    * Endama Meclisa Jinan a Zenûba Jiyan Dêrik diyar kir ku Berîtan a ku wekî Jeanne d'Arc a kurdan tê bibîranîn, ji jinên cîhanê re mîrasek hiştiye û got ku jinên ku piştre bûne artêş, li dijî "xeta îxanetê" têkoşîna xwe berdewam dikin.   * Li gorî encamên hilbijartinên Parlamentoyê Herêma Kurdistanê tu partiyek bi tena serê xwe nikare hikûmetê ava bike, rojnamevan Şoxan Mîrza diyar kir ku nîqaşa avakirina hikûmetê di navbera PDK û YNK’ê de hene.    * Serokê Baroya Amedê Abdûlkadîr Guleç, diyar kir ku gotina Devlet Bahçelî ya têkildarî “mafê hêviyê” ya li Meclisê girîng e û bi lêv kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê hemû aktor di nava pêvajoyê de cih bigirin.    * Parêzer Hulya Yildirim diyar kir ku girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin ji sala 2021’ê heta niha nikarin ji mafê berdana bişert sûd bigirin û wiha got: “Miameleyeke gelek xerab e. Ezyet li girtiyan tê kirin.”    * Danişîna doza Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû dê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00)    * Malbata Şenyaşar dê piştî 6 sal û 4 mehan şîna xwe dane. (10.00)   * 18’emîn danişîna doza rêveberên DÎAYDER’ê dê li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (10.00)   * ÎHD dê li avahiya xwe ya li Enqereyê bi serenavê “Em di bangawaziya xwe ya aştiyê de biisrar in” daxuyaniyê bide. (11.30)    * ÎHD, OHD, TUAY-DER û Baroya Amedê dê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li baroyê eşkere bikin. (12.00) ZINDÎ   * Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan dê têkildarî geşedanên di rojevê de li navenda giştî ya partiyê daxuyaniyê bide. (15.00) ZINDÎ