Di 21 rojên girtîgehê de 15 caran sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin 2024-10-24 09:03:22   WAN - Parêzera girtiyê nexweş Abdûrrahman Gemîcîoglû Mehtap Işik, diyar kir ku ji roja ku muwekîlê wê hatiye girtin heya niha 15 caran sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin û got ku rapora heyeteê bi derengî hatiye xistin.   Binpêkirina mafên girtiyên nexweş ên li girtîgehan roj bi roj zêde dibin. Li gorî raporên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehan 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Girtiyên nexweş tevî raporên "nikare di girtîgehê de bimîne" jî nayên berdan. Ji girtiyên nexweş yek jê Abdûrrahman Gemîcîoglû yê 67 salî ye. Gemîcîogluyê ku di 3'yê Cotmehê de piştî ku Dadgeha Bilind 8 sal û 9 meh cezayê hepsê erê kir hat girtin, gelek nexweşiyên wekî pençeşêra kolon, prostat û krîza dil pê re hene. Gemîcîoglû ku 21 roj li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê mabû, di vê demê de ji ber nexweşiyên xwe 15 caran ew rakirin nexweşxaneyê.   Parêzera Gemîcîoglû û Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Wanê Mehtap Işik, bal kişand ser rewşa Gemîcîoglûyê û diyar kir ku polîtîkaya tolhildana ji girtiyên siyasî tê meşandin.   ‘RAPOR BI DERENGÎ TÊ XISTIN'   Işikê diyar kir ku ji roja ku muwekîlê wê hatiye gırtın heya nıha 15 caran rakirine nexweşxaneyê û her çend ji bo taloqkirina înfazê serî li midûriyeta înfazê dabin jî tu encam bi dest nexistine.  Işikê diyar kir ku divê Gemîcîoglû ji bo raporê bînin lijneyê, lê diyar kir ku ev rewş zêdetirî 2 hefteyan bi derengî hatiye xistin. Işikê anî ziman ku ew li bendê ne ku rapora heyetê bê eşkerekirin û got: “Ji bo Gemîcîoglûyê ku tedawiya pençeşêrê dibîne şert û mercên girtîgehê ne guncav in. Ji ber vê sedemê hemû hewldanên parêzer, rêxistinên sivîl û malbata wî ew e ku li malê înfaza xwe temam bike. Lê bersiveke neyînî tê dayîn."    Işikê da zanîn ku hemû serlêdanên li dijî polîtîkaya tecrîdê ya di demên dawî de li ser girtiyên nexweş tê meşandin bê encam mane û got: “Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. Serhat Temîzerê ku bi nexweşiya epîlepsiyê bû li Girtîgeha Tîpa F a Wanê jiyana xwe ji dest da. Temîzerê tevî ku nexweşiya epîlepsiyê bû jî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve di hucreya yekkesî de hat hiştin. Di hucreya yekkesî de krîzek pê re çêbû û ji ber ku kes nikarîbû mudaxele bike jiyana xwe ji dest da. Ev rewş binpêkirina mafê jiyanê ye. Bi taybetî jî tu daxwazên girtiyên nexweş ên siyasî nayên qebûlkirin û bi mirinê re rû bi rû tên hiştin."   ‘TOL JI GIRTIYÊN SIYASÎ TÊ STENDIN'   Işikê bi bîr xist ku Gemîcioglû dema li malê bû nexweş ketiye û wiha got: “Piştî tehlîlên wî hatin kirin ew şandin girtîgehê. Taloqkirina înfazê ya ji bo girtiyên nexweş dikare bibe sedema çi encamên xerab? Me nikaribû Hê jî me fêm nekiriye. Tu sedem nîne ku kesekî 76 salî yê ku di nav nivînan de ye û bi peçeşêrê ketiye bikeve girtîgehê. Ev kes dikaribû cezayê xwe li malê jî bikişanda yan jî înfaza wî bihata taloqkirin. Polîtîkayeke bi armanca tolhildana ji girtiyên siyasî tê meşandin."   Işikê bilêv kir ku li Tirkiyeyê di hiqûqa înfazê de dubendî heye û got ku gava girtiyên edlî cezayên xwe temam dikin tên berdan, lê yê siyasî heya "mirinê" di girtîgehê de tên hiştin. Işikê bilêv kir ku ew dixwazin ev newekheviya di navbera girtîgehan de bi dawî bibe.