Serokê Şaxa ÎMO'yê Korkmaz: Amed ji bo erdhejê ne amade ye 2024-10-24 09:08:17   AMED - Serokê Şaxa ÎMO ya Amedê Mahsûm Çiya Korkmaz anî ziman ku li Amedê avahiyên ji erdhejê zirar dîtibûn û hatibûn valakirin, xetereyê didin der û got ku bajar ji bo erdhejeke gengaz ne amade ye.    Li Amedê, di erdheja 6'ê Sibata 2023'an a Mereşê de 411 kesan jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn. Di erdhejê de 6 avahî hilweşiyan, bi sedan avahî jî zirareke mezin dîtin. Di ser erdhejê re sal û 8 meh derbas bûn, lê hîn jî hin avahiyên ku zirareke mezin dîtine nehilweşiyane. Piştî erdheja bi pileya 5,9 ku di 16’ê Cotmehê de li Meletiyê pêk hat û li Amedê jî hat hîskirin, avahiyên hatibûmn valakirin dîsa ketin rojevê.   Serokê Şaxa Odeya Odeya Endezyarên Înşaatê (IMO) a Amedê Mahsûm Çiya Korkmaz diyar kir ku bi erdheja dawî re avahiyên navborî xeternaktir bûne. Korkmaz anî ziman ku piştî erdheja 6'ê Sibatê nêzî 600 avahiyên ku xesar dîtine hatine tespîtkirin û diyar kir ku ji avahiyên ku nehatine xurtkirin nêzî 550 jî veguherîne avahiyên pirxesardîtî." Korkmaz bilêv kir ku îhaleya xerakirinê îsal pir bi derengî hatiye kirin û got ku hê jî çend tax hene ku ji bo xerakirina avahiyên wan îhale nehatine çêkirin.    Korkmaz da zanîn ku avahiyên xesardîtî bi erdhejokan zêdetir zirar dîtine û got: "Ji xeynî avahiyên hatine tespîtkirin hin avahiyên xetere yên din jî hene. Nêzî hezar endezyarên înşeatê, avahîsaz, endezyarê ceryanê û endezyarê makîneyê tevî Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê li qadê xebitîn. Lê paşê qet gazî me nekirin. Hem di pêvajoya biryarê de hem jî di ya guftûgokirinê de gazî me nekirin. Me daxilî nava tiştekî wiha nekirin. Wan bi xwe kir, bi xwe xera kir û ew bi xwe di bin enqazê de man."    Korkmaz da zanîn ku avahiyên xesardîtî li gor rêziknameya xerakirinê nayên xerakirin û got: "Heya niha li Amedê tu xerakirin li gor teknîkê nehatiye kirin. Me ji bo vê gilî kiriye. Ger me daxilî nav bikirana, me yê destûra tiştekî wiha nedaya." Korkmaz destnîşan kir ku Amed ji bo erdhejeke gengaz ne amade ye û got ku em j bo avahiyeke ku xizmeta endezyariyê nedîtibe em nikarin bêjin tekûz e.