Li Herêma Kurdistanê niha jî nîqaşên avakirina hikûmetê dest pê kirin e 2024-10-24 09:13:10   ŞIRNEX  - Li gorî encamên hilbijartinên Parlamentoyê Herêma Kurdistanê tu partiyek bi tena serê xwe nikare hikûmetê ava bike, rojnamevan Şoxan Mîrza diyar kir ku nîqaşa avakirina hikûmetê di navbera PDK û YNK’ê de hene.    Li Herêma Kurdistanê ya Federal di 20’ê cotmehê de hilbijartina parlamentoyê ango dengdan hat lidarxistin. Ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ve hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi dawî bûn. Li gorî encamên sindoqên ku li Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebce hatine danîn, PDK di rêza yekem de, YNK di rêza duyemîn û Nifşa Nû di rêza sêyem de hilbijartin qedand. Li gorî encaman PDK'ê 39 kursî, YNK'ê 23 kursî û Tevgera Nifşê Nû jî 15 kursî bidest xistine. PDK'ê li gorî hilbijartinên berê 6 kursî winda kir, YNK'ê 2 kursiyên parlamentoyê zêde kir. Li gorî van encaman tu partî nikare bi tena serê xwe hikûmetê ava bike.    Nerazîbûnên li dijî hilbijartinên ku di bin siya êrişên Tirkiyeyê de hatin kirin, dewam dikin. Ji bo îtîrazê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê 3 komîsyon li Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebce yên ku sindoq lê hatine danîn peywirdar kirin û wê îtîrazan lêkolîn bikin. Li Herêma Kurdistana Federe piştî hilbijartinan çavê hemû kesan li partiyanê ku wê hikumet di navbera kîjan partiyan de bê avakirin. Rojnameger Şoxan Mîrza ku li Herêma Kurdistanê dixebite û hilbijartinê ji nêz ve şopand, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re hilbijartin û geşedanên li herêmê nirxand.   'GEL JI SEDÎ 72 BEŞDARÎ HILBIJARTINÊ BÛ'   Şoxan Mîrza bi bîr xist ku gelek caran hilbijartin hatin taloqkirin û ji sedî 72’ê gel beşdarî hilbijartinên 20’ê Cotmehê bûn e. Mîrza anî ziman ku gelek pirsgirêkên teknîkî derketinê holê û wiha got: "Hilbijartinên Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê gelek caran hatin paşxistin. Li ser biryara serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî Lijneya Hilbijartinê ya Iraqê biryara lidarxistina hilbijartinan da. 18'ê Cotmehê hilbijartinên asayîşê û yên di girtîgehê de hatin kirin. Di 20'ê cotmehê de li tevahiya welêt hilbijartin pêk hatin. Gelek pirsgirêkên teknîkî derketin holê. Li Herêma Federal a Kurdistanê ji sedî 72'ê gel beşdarî hilbijartinê bû. PDK'ê ji hilbijartian ditirsiya.  Jixwe alozî di navbera wan û komîsyona hilbijartinan derketin. PDK dengê kesên ku li herêmê najîn jî bikar anî. Dengên dûbarê jî ji bo PDK'ê hatibûn bikaranîn. Her wiha li dijî welatiyên YNK'î jî êriş pêk hatin."   SERDANA BARZANÎ YA TIRKIYÊ BANDOR LI HILBIJARTINÊ KIR'   Şoxan Mîrza amaje bi wê yekê jî kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî rojek beriya hilbijartinan serdana Tirkiyê kiriye û got ku wê serdanê bandor li hilbijartinan kiriyê. Şoxan Mîrza bi lêv kir ku PDK'ê ditirsiya ku serweriya xwe ya 30 salan winda bike û got: "Gelê li herêmê li dijî PDK'ê bi bertek bû. Hem li hember nebûna xizmet û hem jî li hember hevkariya bi Tirkiyê re hêrsa gel hebû. Serdana Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyê ya beriya hilbijartinan bi rojekê bandor li encamên hilbijartinan jî kir. Ji ber ku gelê herêmê dixwest PDK di hilbijartinan de têk biçe. PDK di hilbijartinan de 6 kursî winda kir. YNK'ê jî di van hilbijartinan de dengên xwe zêde kirin. Peyama Bafil Talabanî ya yekîtiyê li qadên mîtîngê di vê yekê de bi bandor bû. Di hilbijartinan de guhertineke mezin çênebû. Di hilbijartinan de PDK bû partiya yekem. Lê belê ew nikare bi tena serê xwe hikûmetê ava bike."   'GEL JI ENCAMÊN HILBIJARTINÊ NE RAZÎ YE'    Şoxan Mîrza diyar kir ku çavê hemûyan li îtifaqên ku piştî hilbijartinan dê ji aliyê partiyan ve bên avakirin e û geşedanên li herêmê wiha nirxand: "Du senaryo hene derbarê pêvajoya pêş de. Ya herî muhtemel ew e ku hikûmet di navbera PDK'ê û YNK'ê de bê ava kirin. Kêmbûna dengên PDK'ê nîşan dide ku gelê Başûrê Kurdistanê ji encamên hilbijartinê ne razî ye. Jixwe di hilbijartinan de geşedana herî girîng ew bû ku dengen PDK'ê kêm bûne. Hilbijartinan de di nav gel de nîqaş tên kirin ku partiyeke ku îxanet li gelê kurd kiriye çawa dikare careke din bibe partiya yekemîn. Gelê Başûr wisa difikirê ku PDK'ê di hilbijartinan de sextekarî kiriye."   'DIVÊ YNK'Ê BI ROLA XWE RABE’    Şoxan Mîrza destnîşan kir ku li gorî encamên hilbijartinê peyamên Bafil Talebanî yên li qadên mitîngê bandor li ser gel kiriye û got ku piştî hilbijartinê jî divê YNK bir ola xwe rabe. Şoxan Mîrza wiha dawî li axaftina xwe anî: "YNK li Silêmaniyê weke partiya yekemîn hat hilbijartin. PDK li Silêmaniyê bû partiya sêyemîn. YNK'ê di qadên mîtîngan de li ser xiyaneta PDK'ê propagandaya hilbijartinê kir. Li ser êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê axivî. Wê yekê jî bandor li ser gel kir û piştgirî dan YNK'ê. Ji ber vê yekê divê piştî van encamên hilbijartinê YNK'ê jî li gor vê yekê tevbigerê. Divê siyaseta xwe ya li dijî PDK'ê de aşkera bike. Heke nêzî PDK'ê bibe û li gor vê yekê tevnegerê wê winda bike. Ji ber wê jî rola YNK'ê li hemberî metirsiyên li pêşiya Kurdistanê gelek girîng e. Divê YNK partî û hezên ku li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê ne bînê li cem hev û stratejiyeke hevpar li dijî xiyanetê û dagirkeriyê derkevin.  Kurdistan pêvajoyeke metirsiyê de derbas dibe. Li dijî vê yekê divê YNK rola xwe bilîzê û li dijî dagirkeriyê xwe bi hêz bike û li ser hikumeta ku wê bê ava kirin ferz bike ku li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê derkeve."   ‘YNK DIXWAZE HIKUMETEKE HEVPAR AVA BIKE’   Ji YNK'ê Elî Oremar jî diyar kir ku di avakirina hikûmeta nû dê pêvajoyeke dem dirêj be û got ku tu aliyek amade nîne bi PDK'ê re hikûmetê pêk bînin. Oremar bi lêv kir ku YNK dixwaze hikûmeteke hevpar ava bike ku têde hemû rengên herêmê û partiyên din jî têde cih bigrin û wiha got: "PDK vê carê nikare bi tena serê xwe hikûmetê ava bike. Ji bo avakirina hikûmetê pêwîste PDK bi partiyan re hevdîtinê bike. KDP jî di van hilbijartinan de jî sextakarî kir. Bi taybetî li Duhok û Hewlêrê bi hilbijêrên Şemîzînan û Geverê ku li ser sînorê Herêma Kurdistanê ne anî li wir ji wan deng da bikaranîn. PDK dixwaze desthilatdariya xwe ya 30 salî bidomîne û hemû herême weke berê bi xwe rêvebibe. Hevkariya PDK'ê ya bi hezên dagirker weke Tirkiyeyê berdewam dike. Armanca Tirkiyeyê jî dagirkirina herême ye. Ji bo vê yekê jî YNK dixwaze ku hemû rengên başûrê Kurdistanê bi awayekî wekhev bên temsîlkirin û ji bilî PDK’ê bi hemû partiyan re hikûmeta nû ava bikin. Ji ber vê yekê hevdîtinan dike. Bi hikûmeta Iraqê re jî hevdîtinek pêk hat. Di hevdîtinê de hat xwestin ku Tirkiyeyê hezên xwe ji herême vekişîne."   MA / Mahmut Altintaş