Dayikên girtî beriya danişînê banga piştevaniyê kirin 2024-10-24 09:54:44   ÊLIH - Dayikên Aştiyê banga piştevaniya ji bo danişîna doza ku jê girtî ne dê sibê bê lidarxistin, kirin.    Li gundê Bilexşê ya ser bi navçeya Kercewsa Êlihê ve di 22’yê hezîranê de operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Di çarçoveya operasyona leşkerî de leşkerran 11 gundiyan kiribû binçavan û dadgehê ew berdabûn. Lê Serdozgeriya Komarê ya Êlihê îtîrazî berdanê kir û dayikên aştiyê Emîne Kaya (54), Nezete Bolek (58) û Sare Kaya (59) jî di nav de 9 kes hatibûn girtin.    Dayikên aştiyê ku li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê girtîbûn, der barê wan de îdianame hat amadekirin. Îdianame li ser îfadeyên şahid ve bi sûcdariya “alîkariya ji bo rêxistinê” hat amadekirin û 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê îdianameyê pejirand. Danişîna ewil a dozê wê sibê bê lidarxistin. Her sê dayik Emîne Kaya, Nezete Bolek û Sare Kaya û Ayten Çîftçî ya bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” girtî ye di 15’ê cotmehê de ji Girtîgeha Êlihê sewqî Girtîgeha Jinan a Erzînganê hatibûn kirin.    Parêzer Yûnûs Bagiş di 22’yê cotmehê de bi dayikan re hevdîtin pêk anî û got ku dayik li ser îfadeyên sê şahidên ku navê wan eşkere ne hatine girtin û dayik bi îfadeyên ku rastiya wan nîne hatine girtin.    12 SAET DI RÎNGÊ DE RÊWÎTÎ KIRIN E    Bagiş anî ziman ku wî hevdîtina dayikan kiriye û dayik gelek bi moral bûne û got: “Ew nizanin wan ji ber çi sedemê sewqî wir kirine. Tu hincetek nîşanî wan nedane. 12 saet di wesayîta rîngê de wan birine Erzînganê. Ji ber temenê xwe gelek zehmetî kişandine. Dayikan banga piştevaniya ji bo doza xwe kirin.”