Di êrişa li dijî stasyona Siwêdiyê de 8 kes hatin qetilkirin 2024-10-24 09:58:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk stasyona gazê ya Siwêdiyeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir. Di êrişê de 8 karkerên stasyonê hatin qetilkirin.    Dewleta tirk şevê din saet derdora 02.30’an bi balafirên şer êrişî stasyona gazê ya Siwêdiyê ya li gundewarê Dêrikê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Li gorî nûçeya ANHA’yê; di encama êrişê de 8 karkerên stasyonê hatin qetilkirin û gelek jî birîndar bûne.    Di heman demê de artêşa tirk şevê din malên welatiyên li bajarê Til Rifetê, gundewarên bajarê Til Temirê, Kantona Minbicê, Navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn, stasyona ceyranê ya li Kobanê, noqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û navenda tenduristiyê li Qamişloyê, her wiha stasyon û avahiyên stratejîk ên Kantona Cizîrê hedef girtin.   LI TIL RIFETÊ 4 WELATÎ HATIN QETILKIRIN   Di êrişên li dijî Til Rifetê de zarok jî di nav de 4 welatî hatin qetilkirin û 10 kes jî birîndar bûbûn.  Di êrişa li dijî Hêzên Ewlekariyê yên Kobanê de jî 3 endamên wê birîndar bûbûn. Di bombebarana li dijî navenda tenduristiyê ya li Taxa Xelîc a Qamişloyê de welatiyek birîndar bû.