Ji Abdullah Ocalan peyama ewil 2024-10-24 10:05:49 NAVENDA NÛÇEYAN - Abdullah Ocalan ku piştî 43 mehan bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî ev peyam da: “Heke şert û merc guncav bibin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku ev pêvajo ji şer û tundiyê bikişînim ser bingeha hiqûqî û siyasî.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin, piştî 43 mehan bi Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan re hevdîtin pêk anî. Omer Ocalan di hesabê xwe yê medya dîjîtal de hevdîtinê ragihand.    Omer Ocalan peyama Abdullah Ocalan jî parve kir.    Omer Ocalan wiha got: “Min di 23’yê Cotmehê de li Girtîgeha Girava Îmraliyê bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk anî. Ev hevdîtin di çarçoveya serdanê de pêk hat. Birêz Ocalan di hevdîtinê de bi piranî geşedanên siyasî nirxand û xwest ez vê peyama wî bigihînim raya giştî: ‘Tecrîd dewam dike. Heke şert û merc guncav bibin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku ev pêvajo ji şer û tundiyê bikişînim ser bingeha hiqûqî û siyasî’. Tenduristiya wî baş bû û silavên wî ji bo her kesî hebûn.”