Tehliye bi hinceta ‘halnebaşiyê’ tên astengkirin: Ezyetê li girtiyan dikin 2024-10-24 10:10:01   ENQERE - Parêzer Hulya Yildirim diyar kir ku girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin ji sala 2021’ê heta niha nikarin ji mafê berdana bişert sûd bigirin û wiha got: “Miameleyeke gelek xerab e. Ezyet li girtiyan tê kirin.”    Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD); ji sala 2021’ê ku Rêziknameya Têkildarî Navendên Çavdêrî û Dabeşkirinê û Nirxandina Hikûmxwaran ketiye meriyetê heta niha tehliyeya 501 girtiyan ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve hatin taloqkirin. Piraniya girtiyên tehliyeyên wan hatiye taloqkirin jî girtiyên siyasî ne. Bi taybet jî li Girtîgeha Jinan a Sîncanê heta niha tu daxwazên berdana bişert nehatine qebûlkirin. Li girtîgeha behsa xeberê herî dawî tehliyeya 15 girtiyên jin ên dema înfazkirina cezayê xwe temam kirin hate astengkirin. Ji van girtiyên jin 5’an jê piştî tevahiya dema înfaza xwe temam kirin hatin berdan û 10 jî li benda temamkirina pêvajoya taloqkirinê ne.    'JI BER KU POŞMTANTÎ QEBÛL NEKIRINE’   Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Hulya Yildirim diyar kir ku miwekîlên wê yên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi hinceta “poşmantî qebûl nekirine” lewma tehliyeya wan tê taloqkirin. Yildirim, wiha got: “Di esasê xwe de lijneya ku vê biryarê dide divê bi serokatiya dozger bicive. Heta divê nûnerek a ji Serokatiya Malbat û Xizmetên Civakî jî tev li bibe. Lê belê lijneya miwekîlên me pê re hevrû dibin lijneyeke wiha nîne. Heta niha yek ji wan jî derneketine lijneya bi serokatiya dozger civiyayî. Îtîrazên xwe yên têkildarî vê mijarê bi daxwaznameyekê ji dadgeriyê re ragihandin. Bi taybet jî her carê hate gotin ku nirxandinên lijneyê li gorî usûlê nayên kirin. Lê tevî vê jî dadgeriyan tu caran ev îtîraz esas negirtin.”    ASTENGKIRINA TEHLIYEYAN   Yildirim, da zanîn ku Girtîgeha Jinan a Sîncanê weke herêma “pîlot” hatiye hilbijartin û wiha pê de çû: “Li vê girtîgehê derfetên berdana bişert bi awayekî fîîlî ji holê hatine rakirin. Ev yek, muameleya xerab e. Bi serê xwe ezyet e. Girtiyên ku mafê wan ê tehliyeya bişert çêbûyî bi îdiayên razber, bi sepanên keyfî, bi civînên lijneyê yên derusûlî tên astengkirin. Lewma divê pênaseya me ya herêma pîlot ji hêla her kesî ve esas were girtin û hemû kesên ji xwe re dibêjin parastvanên mafan di vê mijarê de bihestiyar tevbigerin. Em dixwazin vê jî diyar bikin; bi taybet jî jin bi tu awayî nikarin ji mafê tehliyeya bişert sûd bigirin û ev yek bi zanebûn tê kirin.”    'BI QANÛNAN NAKIN’   Yildirim, da zanîn ku sepan li gorî kiriyarên demê berê tê cîbicîkirin û ev tişt anî ziman: “Piraniya miwekîlên me hikûmxwarên muebbetê yên 30 salan e yan jî ji beriya 2020’ê ve girtî ne. Kesekê/a beriya sala 2020’ê hatiye girtin, divê ev sepan li gorî ku jê sûd were were cibîcikirin. Di qanûnê de sererastkirineke eşkere heye. Dibêje ku di rewşên berdana bişert, berdana bi kontrola edlî û hwd. de divê sepana qanûna ku girtî jê sûd digire were bicihanîn. Hinek dadgehên li gorî vê tevdigerin jî hene lê Dadgeriya Înfazê ya Sîncanê vê esas nagire. Tevî ku em biryarên mînak pêşkeş dikin jî guh nadinê.”    'MAFÊ TENDURISTIYÊ TÊ ASTENGKIRIN’   Di berdewamê de Yildirim anî ziman ku mafê tedawiyê yê girtiyan tê astengkirin û wiha got: “Ji bo revîr û nexweşxaneyê randevûyê nadin girtiyan. Dema didin jî ji bo dîrokên pir dereng didin. Dema wexta wê tê jî sewqên girtiyan asteng dikin. Jixwe girtî bi zehmetî diçin nexweşxaneyê, piştre jî nahêlin reçeteya jê re hatiye nivîsandin li girtîgehê bi cih bînin. Weke ku girtîgeheke her tiştê wê heye xuya dike lê wisa nîne. Wisa hesab bikin ku kesekê her tişt pêk anîn, teşhîs hate kirin û bijîşkî reçeteyek pêşkeş kir. Îcar jî di mijara pêkirina wê reçeteyê de girtîgeh zehmetiyan derdixîne. Weke mînak, xwarina diyetê nayê dayin. Ev yek jî dibe binpêkirineke mafê tenduristiyê.”    'TÊN TECRÎDKIRIN’   Bi domdarî Yildirim bal kişand ser rewşa girtî Selver Yildirim a ku çavên wê ji sedî 85 nabînin û wiha got: “Sedema ewqas pêşketina vê pirsgirêkê jî ew e ku li girtîgehên din tedawiyên xelet hatine kirin û ji ber derengmayinê ne. Niha ji ber vê pirsgirêkê li Nexweşxaneya Bajar tê tedawîkirin. Ev tedawî tên astengkirin û amûrên divê bi kar bîne jî bi hinceta ewlehiyê nayên dayin. Ji ber ku nikare pirtûkan bixwîne, daxwaza pirtûkên bideng an jî radyoyê kir. Lê ev jî tên redkirin. Ev, di heman demê de îzolasyona civakî ye. Anku tê tecrîdkirin. Ev jî bi xwe re pirsgirêkên tenduristiyê tîne.”    'DIVÊ BERTEKÊN CIVAKÎ HEBIN’   Yildirim, axaftina xwe wiha qedand: “Divê pêvajoya hiqûqî bê cîbicîkirin. Lê bi tena serê xwe bes nake. Serlêdanên me yên sûc, rapor û tespîtên me girîng in. Lê hiqûq bi tena serê xwe bes nake. Divê civak bişopîne. Ev yek ji bo edaletê û heqîqetê girîng e. Lewma divê raya giştî dîsa li girtîgehan vegere û bibêje; ‘li wir çi diqewime?’ Tevahiya pirsgirêkên li girtîgehan tên jiyîn îro di nava civakê de jî tên jiyîn. Ev bandorê li hev dikin. Lewma meseleyên di nava civakê de ji van cuda nînin.”