DEM Partî: Divê demildest dawî li bombebarankirina li dijî qadên jiyana sivîlan bê anîn 2024-10-24 10:26:58   NAVENDA NÛÇEYAN - MYK’a DEM Partiyê têkildarî êrişên li dijî bajarên rojavayê Kurdistanê daxuyanî da û got: “Divê demildest dawî li bombebarana li dijî qadên jiyana sivîlan bê anîn.”    Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya DEM Partiyê têkildarî êrişên li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku piştî êrişa li TUSAŞ’a Enqereyê pêk hat, hatin destpêkirin, daxuyanî da.    Daxuyaniya DEM Partiyê wiha ye: “Tevgera hewayî ya piştî êrişa li dijî tesîsên TUSAŞ’ê hat destpêkirin, li herêmê tenê wê bûyerên tundiyê kûr bikin. Bombebaranên li dijî gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nemaze li dijî Kobanê jiyana xelkê sivîl dixe bin talûkeyê. Bandorên rûxîner ên şer dibe ku wê li herêmê ji bo hemû aliyan rê li ber felaketek mezin veke. Operasyonên leşkerî ku sivîlan dike hedef, di heman demê de rêgezên hiqûqa navneteweyî jî binpê dike. Berdewamkirina şer û pevçûnan wê tenê rê li ber hin bêtirîn êş û windahiyan veke. Em bang li hemû aliyan dikin ku rêyên çareseriya bi diyalog û aştiyane deynin pêşiya xwe. Divê demildest dawî li bombebarana li dijî qadên jiyana sivîlan bê anîn.”