Karayilan: Aliyê kurd nabêje na lê rê nade taktîkên şerê taybet jî 2024-10-24 10:28:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan têkildarî “pêvajoya nû” ya di rojevê de wiha got: “Gelê kurd nabêje na lê rê nade taktîkên şerê taybet jî.”    Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan (NPG) têkildarî nîqaşên di çarçoveya pirsgirêka kurd de tên kirin pirsên Yenî Ozgur Polîtîkayê bersivand. Karayilan, geşedanên li Rojhilata Navîn weke “Şerê Sêyemîn ê Cîhanê” nirxand û got ku şer roj bi roj girantir dibe û dê hêj girantir bibe.”    Karayilan, got: “Îro herêma me Rojhilata Navîn dikele. Şerê Cîhanê yê 3'yemîn ê li Herêmê giran bûye û diyar e ku wê hîn girantir bibe. Hêzên hegemonîk ên global bi vî şerî re dixwazin herêmê jinûve dîzayn bikin. Xusûsa ku tê dîtin ev e.”   Bi domdarî Karayilan diyar kir ku AKP-MHP hewl didin gelê kurd careke din mehkûmî bêstatûbûnê bikin û ev nirxandin kir: “Di vê serdemê de herî zêde pêdivî bi civaka rêxistinkirî û yekitiyê heye.” Karayilan, diyar kir ku pêvajoya heyî di nava xwe de hem xetereyan hem jî firsendan dihewîne û bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê. Karayilan, wiha pê de çû: “Di rewşa heyî de pirsgirêka herî cidî ew e ku sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li ser Rêber Apo dewam dike. Kampanyayên li hemberî vê yekê hatin meşandin, têkoşîna ku di asta neteweyî û navneteweyî de bi şêweyên cuda hate kirin hêja ne, lê belê li pêşberî têkoşîna ku Rêber Apo li Îmraliyê xurt dike, gelekî lawaz dimîne. Di vê mijarê de em nikarin bibêjin ku em berpirsyariyên xwe di asteke têrker de bi cih tînin. Pozîsyona me li pêşberî Rêbertî pozîsyona rexnedayinê ye. Divê em bi pratîkeke hîn xurt a li ser xeta rast rexnedayina xwe bikin. Hem weke tevger hem jî weke gel divê em hîn bi xurtî bersivê bidin rastiya Rêber Apo, barê wî sivik bikin, destê wî xurt bikin. Ev yek wezîfeya me ya bingehîn e. Bi qasî ku em giraniyê bidin ser vê yekê û di vê mijarê de serketî bin, hingî em ê karibin bersivê bidin bûyer û pêşketinên li welat û herêmê.”    'JI ÇARESERIYA DEMOKRATÎK RE ERÊ’    Karayilan, têkildarî daxuyaniyên AKP-MHP'ê yên derheqê “Pêvajoya nû” de jî ev nirxandin kir: “Desthilatdariya AKP-MHP'ê dema dawî hin mijar xist nîqaşê. Mîna ku pêvajoyek heye ji xwe re nîqaş dikin, lê belê tiştekî ku gihîştiye aliyê me, aliyê Kurdan nîne. Weke tevger em ne li dijî pêvajoya çareseriya demokratîk in. Piştî ewqas tecrûbeyan jî em ê rê nedin polîtîkayên xapandinê ku di çarçoveya taktîkên şerê taybet de têne meşandin. Bêguman şert û merc hatine guhertin, ya berê dubare nabe. Ev rast e. Berê cidiyet û samîmiyet tine bû. Dewleta Tirk ji aliyekî ve hevdîtin bi Rêberê me re dikir û digot 'Em ê çareseriyê pêk bînin', li aliyê din jî biryar li ser 'Plana Têkbirinê' da û amadekarî ji şer re dikir. Dawiya dawî mutabaqata hevpar a ku di encama nîqaşan de hate afirandin, hate redkirin. Piştî mutabaqata li Qesra Dolmabahçeyê hate xwendin di Nîsanê de wê Rêber Apo banga komkirina Kongreya PKK'ê bikira û banga biencamkirina vê pêvajoyê bikira. Dema ku amadekarî ji vê re dihate kirin Tayyîp Erdogan bi xwe mutabaqat înkar û red kir û tecrîd û şer ferz kir. Rastî bi vî rengî ye. Niha hinek radibin ku mîna tiştekî nû heye diaxive, li aliyê din jî ço nîşan dide, gefan dixwe. Em têkoşîna xwe dimeşînin û pêwîstiya me bi kesî nîne.”   'BILA KESEK HESABÊN ŞAŞ NEKE’   Karayilan bal kişand ser nîqaşên “PKK zeîf bûye” û wiha got: “Her wiha di hin nîqaşan de hinek radibin dibêjin 'Me PKK di nava sînorên xwe de lawaz kiriye, qedandiye. Tenê li Iraq û Sûriyeyê heye'. Ev gotin dûrî ji rastiyê ye, manîpulatîf e. Em bi rengekî stratejîk fikirîn û li Bakurê Kurdistanê me bi zanebûn heta astekê nerm kir. Yên ku vê nêzîkatiya me weke lawaziyê dibînin, wê sibe bibînin bê çiqasî bi rengekî mezin xwe xapandine. Bi giştî hêza me ji 10 sal beriya niha hîn xurtir e. Li Bakur dibe ku ji aliyê tevgera gerîla ve hinek kêmbûn hatibe kirin, lê belê di vê mijarê de divê kes xwe nexapîne. Zemîna me xurt e, potansiyela me, çeperên me hene. Dewleta Tirk 4-5 sal in dibêje ku li Bakur em qedandiye; ev dereweke mezin e. Ji bilî eyaletek-du eyaletên ne esasî, li her derê hêzên me çeperên xwe diparêzin. Lewma bila kes hesabê şaş neke. Yên ku hesabê şaş bikin wê bi xwe zerarê bibînin.”    BERSIV DA DEVLET BAHÇELÎ   Karayilan, bangawaziyên Devlet Bahçelî jî nirxand. Karayilan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Eger rewşeke welê rû dide ku bi rastî li berjewendiyên Tirkiyeyê difikire, welatparêziya rasteqîn tê de heye û li ser vê bingehê wê hin gavên nû bêne avêtin, aliyê Kurd wê ji vê re nebêje na, lê belê ti carî wê pê li textê şil neke. Divê her kes bi vê zanibe. Hewldanên çareseriyê yên ku ne di çarçoveya azadiya Rêber Apo de bin ji bo me hukmê xwe nîne. Ne bi rengê dubareya berê, eger bi rêbazên nû wê nêzîkatî li pêvajoyê bibe, divê di vê çarçoveyê de nêzîkatî bê kirin. Di çarçoveya qanûna Mandella de divê nêzîkatî li Rêber Apo bê kirin, diyalog pê re bê danîn, bi vî rengî wê çareseriyeke mayinde ji pirsgirêkê re bê peydakirin.   Bêguman weke ku Rêber Apo işaret pê kir, PKK û siyaseta Kurd a qanûnî-demokratîk di çareseriyê de xwedî rolên girîng e. Ya ku rejîm dike taktîkeke sivik e ku hewl dide yekê li dijî ya din bide şerkirin. Divê xwe dûrî vê yekê bikin, eger rola her pêkhateya aliyê Kurd li ber çavan bê girtin û nêzîkatî bi vî rengî bê nîşandan, hingî wê nebe pirsgirêk. Ji xwe dewleta Tirk berê jî di çareseriya pirsgirêka Kurd de Rêber Apo û PKK weke muxatab qebûl kiribû. Her wiha rol dabû siyaseta demokratîk qanûnî. Niha ji vê yekê paşve gav nikare bê avêtin û nîqaşkirina vê jî wê bi nêteke baş nebe. Dewletê 'Hevdîtinên Osloyê' sê salan bi kê re meşand? Hevdîtinên Îmraliyê li ser kîjan bingehê meşand? Dewletê ji ber ku Abdullah Ocalan weke muxatab qebûl kir, ev hevdîtin dewam kir.   BAHÇELÎ WEKE MUXATAB DIBÎNE    Herî dawî banga Devlet Bahçelî jî, her çend li gorî feraseta xwe û xwedî naverokeke derveyî aqil a ku em ti carî nikarin qebûl bikin jî be, bangeke ku Rêber Apo weke muxatab dibîne. Ev rastî li holê ye. Bêyî dîtina vê rastiyê, bi sekna li ser versiyoneke cuda wê çareserî pêk neyê. Rastî bi vî rengî ye, eger nêzîkatî li gorî vê heqîqetê be, bêguman wê ji aliyê Kurdan ve jî bersiva xwe bibîne. Eger ne bi vî rengî be û di çarçoveya lêgerîna rizgariya ji tengaviyê weke nêzîkatiyên taktîkî be wê encamê bi xwe re nîne. Bêguman aliyê Kurd ji manewrayên bi vî rengî yên taktîkî têr e.   Weke encam dixwazim diyar bikim; Gerîlayên Azadiya Kurdistanê wê tu carî rê nede taktîkên şerê taybet. Di vê serdema girîng a dîrokî de ji her demê zêdetir bi biryardariyeke bilind rola xwe di xeta Rêber Apo de bilîze û erka xwe bi layiqî bi cih bîne. Bi daneheva tecrubeyê ku xwe dispêrê wê û performansa xwe ya îdeolojîk, polîtîk û leşkerî wê bi hêztir li ber xwe bide û bi şerkirinê re bi ser bikeve.”