Di doza rojnameger Muftuoglû de biryara beraetê hate dayin 2024-10-24 10:58:21   AMED - Derheqê Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû de biryara beraetê hate dayin.    Bi hinceta xebatên rojnamegeriyê derheqê Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû de bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Rêxistin ava kiriye û birêve biriye” doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Di danişînê de Muftuoglû ya ku 10 mehan girtî ma û di 29’ê sibatê de hatibû berdan û parêzerê wê Resûl Tamûr amade bûn. Her wiha nûnerên MKG, MLSA, HRW, Dîsk Basin-Îş, GGC, TGS, PENa Norweçê û gelek rojnameger jî tev li bûn.    Muftuoglû, têkildarî îdiayan parastina xwe kir û da zanîn ku ji ber xebatên rojnamegeriyê tê darizandin. Muftuoglû, got ku 15 sal in rojnamegeriyê dike, hevserokatiya DFG’ê dike, ji destpêkê ve bi xebatên xwe azadiya çapemenî û xweîfadekirinê diparêze, bi nûçeyên xwe hewl daye dengê jinên hatine qetilkirin, ciwanan, Narînan û karkeran bide bihîstin.    'MIN ÎDIYA VALA DERXISTIN’   Muftuoglû, diyar kir ku di danişînên berê de îdiayên tên kirina vala derxistiye. Muftuoglû, bi bîr xist ku dozgeriyê xwestiye li gorî îfadeyên şahidan ceza were dayin, îfadeyên şahidên eşkere yên li ser arastekirina polîsan hatine dayin rastiyê venabêjin, di dîrokên behsa xeberê de tu qeydên wê yên ku derketibe derveyî welat tune ne, di wan dîrokan de nûçeyên li Amed û Agiriyê çêkirine hene. Muftuoglû, da zanîn ku di sala 2012’an de qezaya trafîkê derbas kiriye, hestiyên wê şikestine, 9 mehan nekarî ji malê derkeve û nêzî 2 salan nekarî baş bimeşe û wiha got: “Lewma jî mimkin nîne ku ez bi qaçaxî çûbim derveyî welat.”   Muftuoglû, diyar kir ku di îfadeyên şahidê nepen de jî xebatên wê yên rojnamegeriyê hatine krîmînalîzekirin. Herî dawî jî Muftuoglû xwest ku dadgeh biryara beraetê bide.    Dadgehê piştî parstina parêzer biryara xwe eşkere kir. Dadgehê, biryara beraetê da.