Bi hinceta ‘ragihandina rêxistinî’ şandina çîrokê ya ji zarok re asteng kirin 2024-10-24 11:46:55   ENQERE - Çîroka ku girtî Huseyîn Ozen ji biraziyê xwe yê 10 salî re şand bi hinceta “ragihandina rêxistinî” hate astengkirin.    Çîroka ku Huseyîn Ozen ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê tê ragirtin ji biraziyê xwe yê 10 salî re şand bi hinceta “ragihandina rêxistinî” hate astengkirin. Girtî Ozen di 9’ê îlonê de ji biraziyê xwe N.O. re nameyek şand. Di nava nameya ku ji bo biraziyê xwe nivîsandî de nivîs û çîrok jî hebûn. Komîsyona girtîgehê ya têkildar, name ne şand.    ÇÎROK WEKE ‘RAGIHANDINA RÊXISTINÎ’ HATE HESIBANDIN   Lijneya Dîsiplînê ya Girtîgehê jî hevoka “Em axa xwe nadin” û gotinên di nava çîroka bi serenavê “Moriya karker a wêrek, li dijî moriya zer a zalim e” cih digirin weke “ragihandina rêxistinî” hesiband. Lijneyê ji ber gotinên heyî name weke “bifikar” dît û biryar da ku nameye neşîne.    Ozen, di 19’ê îlonê de ji parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû re name şand. Ozen, diyar kir ku zarokên diçin pêşdibistanê û dibistana seretayî wekî “endamên rêxistinê” hatine îlankirin û bertek nîşanî rewşê dan.    MA / Mehmet Aslan