Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk sûcên şer dike 2024-10-24 11:50:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmê şermezar kir û got: “Dewleta tirk sûcê şer dike û siyaseta qirkirinê didomîne.”    Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Rêveberiya Xweser diyar kir ku ku hedefkirina sivîlan, sûcekî şer e û li dijî qanûn û peymanên navneteweyî ye.   ‘DEWLETA TIRK SIYASETA QIRKIRINÊ DIDOMÎNE’   Rêveberiya Xweser êrişên dewleta tirk şermezar kir, ji malbatên kesên di êrişê de hatin qetilkirin sersaxî xwest û ji bo birîndaran jî şîfaya lezgîn hêvî kir. Rêveberiya Xweser diyar kir ku dewleta tirk bi êrişên xwe hewl dide ewlehiya herêmê têk bibe. Bi domdarî wiha hate gotin: “Dema rayedarên tirk propagandaya bidawîkirina şer dikin, bi hedefgirtina gund, bajar û binesaziya herêmê re durûtiyê dikin û rûyê wan ê rastîn ê siyaseta qirkirinê aşkera dike.”   BANG LI HÊZÊN NAVNETEWEYÎ KIR   Rêveberiya Xweser bang li gelê herêmê kir ku li hemberî sûcên şer ên dewleta tirk li ber xwe bidin. Her wiha bang li civata navneteweyî jî kir ku li dijî êrişên dewleta tirk helwesteke cidî nîşan bidin û dawî li êrişan bînin. Rêveberiyê bang li Koalîsyona Navneteweyî û hêzên Rûsyayê jî kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin, siyaseta dualî û bêdengiya xwe bi dawî bikin.