HSD: Em ê li dijî van êrişan Rojava biparêzin 2024-10-24 12:01:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Ragihandinê ya HSD'ê eşkere kir ku Tirkiyeyê 42 navendên xizmetguzariyê bombebaran kirin. HSD'ê ragihand ku di encama êrişan de 12 sivîl jiyana xwe ji dest dane û 25 kes jî birîndar bûne.   Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) der barê êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.    Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:   "Dewleta Tirk a dagirker di çend saetên dawîn de binesaziya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jîngeh û navendên hêzên ewlehiyê kirin hedef.   Di encama êrişên domdar de 2 jê zarok, bi giştî 12 sivîl şehîd bûn û 25 jî birîndar bûn.   Qadên sivîlan, firin, stasyonên ceyranê, petrolê û bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi balafirên şer, ên bêmirov ên biçek û bi obîsan hatin hedefkirin. Bi giştî 42 cih ku piraniya wan saziyên xizmetguzariyê û yên sereke ne, hatin hedefkirin.   Ev êrişên hovane yê domdar, dijminatiya Tirkiyeyê ya ji gelê me re nîşan didin. Her wiha careke din xetereya zîhniyeta sûcdar a dewleta Tirk a li ser gelên herêmê û aştiyê aşkera dikin. Tirkiye bi van êrişan hewl dide aloziyên xwe yên hundirîn li ser hesabê gelê me derxe derve, tevliheviyê belav bike û aloziyên dîtir li herêmê çêke.   Em ê careke din li hember van êrişan bisekinin, gel û herêmên xwe ji wan biparêzin."