Serdana 20 girtîgehan hate kirin: Gelek binpêkirinên giran hene 2024-10-24 12:04:19 AMED - Rêxistinên civaka sivîl û hiqûqê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehan eşkere kir. Di raporê de hate gotin ku li 20 girtîgehan 40 serdan hatine kirin û gelek binpêkirin hatine tespîtkirin.   Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) û Baroya Amedê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehan eşkere kir. Daxuyanî li Baroya Amedê tê dayin û binpêkirinên li girtîgehên Amed, Xarpêt, Meletî, Erzîngan û Erziromê tê de cih digirin.    BANGA HEVDÎTINA BI PARÊZERAN RE   Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser gotina Serokê Giştî ya Devlet Bahçelî ya têkildarî “Mafê hêviyê.” Guleç, qala hevdîtina Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan a bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re kir û wiha got: “Em vê gavê erênî dinirxînin. Hêvîdarin hevdîtinên bi parêzeran re jî pêk bên.”    LI 20 GIRTÎGEHA ZÊDETIRÎ 40 HEVDÎTIN HATIN KIRIN    Endama Komîsyona Girtîgehan a Baroya Amedê Zelal Karabulak rapora binpêkirinên mafan ên li girtîgehan xwend. Karabulak, da zanîn ku rapor li gorî hevdîtin û serlêdanên di navbera mehên nîsan-gulan-hezîran û tîrmehê de hatine kirin hatiye amadekirin. Karabulak, wiha domand: “Binpêkirinên mafan ên li Kampusa Girtîgeha Amedê (7), Kampûsa Girtîgehan a Xarpêtê (5), Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê, Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê, Girtîgeha Jinan a Erzînganê, Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Erzînganê, Girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 2 yên Dumlu ya Erziromê, Girtîgeha Tîpa T a Oltu ya Erziromê, Girtîgeha Tîpa H a Erziromê û Girtîgeha Tîpa T a Akçadag a Meletiyê di raporê de cih digirin. Li 20 girtîgehan zêdetirî 40 serdan hatine kirin.”    Karabulak piştre jî rapora binpêkirinan xwend. Hûn dikarin xwe li ser vê lînkê xwe bigihînin rapora binpêkirinan.