Mazlum Ebdî: Tirkiye sivîlan hedef digire, ev sûcê şer e 2024-10-24 12:15:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî êrişên dewleta tirk ên li dijî sivîlan weke sûcê şer nirxand û wiha got: “Hêzên me amade ne ku gel û xaka me biparêze.”    Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî têkildarî êrişên hewayî yên dewleta tirk ên piştî êrişa li TUSAŞ’ê ya Enqereyê li dijî bajarên Rojava hatine kirin, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyanî da. Ebdî, êrişên dewleta tirk weke “sûcê şer” nirxand û wiha got: “Tirkiye bi awayeke bê serûber û bê bingeh herêmên me bombebaran dike. Navendên xizmetguzarî, tendirustî û sivîlan dike hedef. Ev sûcên şer in. Me gelek caran amadebûna xwe ji bo diyalogê anîbû ziman lê em tekez dikin ku hêzên me ji bo parastina gel û axa xwe amade ne.”