Yerlîkaya nav aşkere kir 2024-10-24 12:55:10   ENQERE - Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya, nasnameya yek ji kesên li dijî TUSAŞ’ê êriş li dar xist aşkere kir.    Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya nasnameya yek ji kesên ku duh li Enqereyê li dijî tesîsên Pîşesaziya Hewavanî û Fezayê ya Tirk (TUSAŞ) êriş li dar xist aşkere kir. Yerlîkaya, diyar kir ku kesê êriş kiriye endamê PKK’ê yê bi navê Alî Orek (Rojger) e. Hate destnîşan kirin ku xebatên diyarkirina nasnameya jina ku di êrişê de cih girtiye berdewam dike.