Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî hevdîtina li Îmraliyê daxuyanî da 2024-10-24 12:57:15   STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî hevdîtina li Îmraliyê daxuyanî da û got: “Hevdîtinên bi rêk û pêk ên bi birêz Ocalan re dê rê li ber veke ku pirsgirêkên siyasî û civakî yên li Tirkiye û herêmê li ser bingeha guftûgo, aştî û lihevkirina demokratîk bên çareserkirin.”    Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkldarî hevdîtina Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan a bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ya li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê, daxuyanî da. Daxuyanî li ser platforma medyaya dijîtal X’ê hate kirin û hate gotin ku divê hevdîtinên malbat û parêzeran ên bi Abdullah Ocalan re di çarçoveya qanûnan de bi rêk û pêk bên kirin.    ‘DIVÊ HEVDÎTIN DOMDAR BIN’   Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Muwekîlê me birêz Abdullah Ocalan û biraziyê wî birêz Omer Ocalan, di çarçoveya serdanên malbatan de duh hevdîtinek li dar xist. Bi ser hevdîtina malbatê ya dawî re (3’yê adara 2020’an)  4 sal û nîv derbas bûn û ev hevdîtin divê mîna yên berê ne tenê ji bo carekê û bisînor bin, divê domdar bin. Divê hevdîtinên bi malbat û parêzeran re yên bi birêz Abdullah Ocalan, birêz Hamîlî Yildirim, birêz Omer Hayrî Konar û birêz Veysî Aktaş bi rêk û pêk bên kirin û ev yek mecbûriyeteke destûra bingehîn û peymanên navneteweyî ye. Divê hevdîtinên bi birêz Ocalan re ku xwedî wê hêza teorîk û pratîkê ye ku pêvajoya pevçûn û tundiyê dikare veguhêze ser zemîna hiqûqî û siyasî, bi rêk û pêk bên kirin. Ev yek dê rê li ber veke ku pirsgirêkên siyasî û civakî yên li Tirkiye û herêmê bi rêyên guftûgo, aştî û lihevkirina demokratîk bên çareserkirin.    DIVÊ BINPÊKIRIN BÊN BIDAWÎKIRIN   Di vê çarçoveyê de hewceye binpêkirinên mafan ên sîstematîk ên li Îmraliyê bên bidawîkirin û mafê hevdîtina bi malbatê re û yê bi parêzeran re ku ji 7’ê tebaxa 2019’an ve tê astengkirin, li gorî qanûnan dîsa were cîbicîkirin.”