Serra Bucak: Divê em tevek ji bo aştiyê bixebitin û ev berpirsyariya me tevan e 2024-10-24 13:08:53   AMED - Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak got: “Ji Filistînê heta gelê kurd, ji Rojhilata Navîn heta Ewropayê, divê li her erdnîgariyê em ji bo aştiyê bixebitin û ev berpirsyartiya me tevan e.”    Civîna Lijneya Rêveber û Konseya Hevpar a Teşkîlata Rojhilata Navîn û Herêma Rojavayê Asyayê ya Bajarên Yekbûyî (UCLG-MEWA) li hotêlekê Amedê bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tê lidarxistin. Civîn di roja duyemîn de didome. Civîn, bi mijara “Dîplomasiya Herêmî: Avakirina Pêşeroja Bajarvaniyê” li hotêleke Amedê didome. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Sekreterê Giştî yê UCLG-MEWA’yê Mehmet Duman, nêzî 30 şaredarên neteweyî û navneteweyî, hevşaredar û rêveber tev li bûn. Di rûniştina ewil de Şaredarê Nablus a Filistînê Husam Shakhshir û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak axivîn.    'HUNDIRÊ MALÊN ME TÊN BOMBEBARANKIRIN’    Şaredarê Nablusê Husam Shakhshir diyar kir ku Îsraîl di ketina bajar de serwer e lewma filistînî nikarin mafê xwe yê geştê bi kar bînin. Shakhshîr, diyar kir ku ev rewş rê li ber digire ku xizmet were kirin û wiha got: “Ji ber vê rewşê em nikarin xizmetê bikin. Her roj êrişên leşkerî tên kirin û girtin hene. Hundirê malên me tên bombebarankirin. Li derdora me derdora 7 jîngeh hene û em rastî êrişên cihûyên nîjadperest tên. Li gorî peymanên navneteweyî, Îsraîl dagirker e. Cihûyên nîjadperest qadên xwe binpê dikin û darên me yên zeytûnan dişewitînin. Tevî vê jî em xizmetê dikin. Tevî ku hemû xizmetên şaredariyê hatine betalkirin jî em xebatên xwe didomînin. Em pêş dixin, berfireh dikin, rengîn dikin û hewl didin li gorî derfetên xwe dibistanan ava bikin. Her wiha em girîngiyê didin wekheviya zayendê. Em piştgiriyê didin xebatên aboriyê yên jinan.”    'PÊDIVÎ BI AVAKIRINA AŞTIYÊ HEYE’   Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî got ku ew hêvî dikin demek beriya demekî aştî bê Rojhilata Navîn. Bucak, wiha domand: “Ji her demê bêhtir pêdiviya me bi aştiya Rojhilata Navîn heye. Amed ne tenê bi dîroka xwe, ji hêla siyasî ve jî xwedî tecrûbeyeke mezin e. Divê guh bidin dengê xelkê Amedê. Dema hûn li kolanên Amedê digerin, dê bibînin ku daxwaza aştiyê, pêkvejiyanê û avakirina jiyaneke nû heye. Divê em rêveberiyên herêmî jî guh bidin vê daxwazê û aştiyê ji herêman ve ava bikin.”   ‘BEDELA QIRKIRINÊ XELKÊ HERÊMÊ DIDE’    Bucak, anî ziman ku divê aştî ji hikûmetên navendî zêdetir di rojeva rêveberiyên herêmî de be û wiha pê de çû: “Weke kesên hilbijartî em dikarin bajarên xwe li ser perspektîfa aştiya civakî ava bikin û saziyên xwe di vê çarçoveyê de xurt bikin. Li Rojhilata Navîn krîzeke siyasî ya ku navenda wê pirsgirêkên Filistîn û kurd heye. Vê jî bi xwe re şer û pevçûnên bênavber anî. Bedela van şer û qirkirinan jî xelkê herêmê dide. Di salên dawî de bi taybet li Tirkiyeyê em bûn şahid ku ji ber zextan nava saziyên hiqûq û demokratîk hatine valakirin.”    'BERPIRSYARIYA ME TEVAN E’   Bucak, anî ziman ku avakirina civakeke di nava aştiyê de dijî û rêveberiyên herêmî yên xurt û hesabê didin pêkan e. Bucak, axaftina xwe wiha qedand: “Lê belê rêveberiyên navendî bi awayeke sîstematîk qadên rêveberiyên herêmî teng dikin. Bêguman ev ne tesadûfeke belasebebe. Heke li dijî vê zîhniyetê em bi awayekî eşkere rêgezên ‘şaredarvaniya ji bo aştiyê’ neparêzin, dê bandoreke neyînî li ser civakên me bike. Ji bo çareseriya pirsgirêkên kûrewî, hewceye em bêhtir hevkariyê bi hev re bikin. Dîplomasiya herêmî ji bo hedefa aştiya kûrewî parçeyeke nebe nabe ye. Ji Filistînê heta gelê kurd, ji Rojhilata Navîn heta Ewropayê û li her dera cîhanê ji bo aştiyê divê em tevek bixebitin û ev yek berpirsyartiya me tevan e.”