Li Şengalê bertek nîşanî êrişên hewayî hate dayin 2024-10-24 14:16:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera jinan û meclisên gel ên Şengalê li pêşiya mala ji hêla dewleta tirk ve hedef hatiye girtin bertek nîşan dan û peyama; “Em ê tu caran teslîm nebin” dan.    Duh li dijî tesîsên TUSAŞ’ê ya Enqereyê çalakî hat lidarxistin. Piştî çalakiyê, dewleta tirk ji hewayî ve êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê kir. Tevbera Jinên Azad a Êzidiyan (TAJÊ) û meclisên gel ên Şengalê li pêşiya avahiya hedef hatiye girtin daxuyanî dan.   Endama TAJÊ Nazê Sado di daxuyaniyê de êrişên dewleta tirk şermezar kir û wiha got: “Em, hikûmetên Herêma Kurdistanê û ya Iraqê ya rê li ber van êrişan nagirin jî şermezar dikin. Dibêjin; ‘em li cihên leşkeri didin.’ Lê li vê mala ku êriş çêbûye kesekî leşkerî nîne, welatiyên sivîl in. Di dema êrişê de dayikek tevî zarokên xwe lê dima. Em serokwezîrê Iraqê jî şermezar dikin ku rê li ber van êrişan vedike. Dayik û zarokên êzidî şerefa Iraqê ne û şerefa xwe naparêzin. Em dibêjin, heya dinya hebe dayik û zarokên êzidî ji ber êrişan dest li ber dewleta tirk danaynin. Bi hezaran bombe jî berdin civaka êzidî dest danayne.”   BERTEK NÎŞANÎ BÊDENGIYA HIKÛMETA IRAQÊ DA   Endamê Meclisa Gel a Dîgurê Hemo Elî jî di daxuyaniyê de peyameke kurt da û ev tişt anî ziman: “Bi êrişên tirsonek û nemerdane êrişê civaka me ya êzidî dikin. Divê civaka êzidî rabe ser xwe û bersiv bide van êrişan. Malên sivîl hedef dikin lê hikûmeta Iraqê hê jî bêdenge.”   ‘EM Ê SERÎ LI BER ÊRIŞAN NETEWÎNIN’   Endama TAJÊ Riham Xwedêda jî têkildarî êrişê ji Rojnewsê re axivî û wiha got: “Bi hesabên siyasî li Şengalê êrişî civaka êzidî û li Rojava jî êrişî gel dikin. Em weke dayikên êzidî van êrişan qebûl nakin. Her bombeya li êzidiyan dibarînin, me xurtir dike. Em ê bêhtir rabine ser xwe. Em hemû destek in û dilek in. Em serê xwe ji dijmin re natewînin. Heya niha ji ber êrişên dewleta tirk civaka êzidî gav paş ve neavêtiye û em tu carî gav paş ve naavêjin. Heke hikûmeta Iraqê rê li ber van balefiran negire, destê wan jî di van êrişan de heye.”