Leşkeran posterên Ahmet Kaya dan jêbirin 2024-10-24 14:20:27   EDENE - Li Edeneyê leşkeran mînîbusek dan sekinandin û bi “gefa birîna cezayê” wêneyê Ahmet Kaya yên di wesayîtê de jê kirin.    Du mînîbusên karkerên demsalî yên ji Îzmîrê dihatin Edeneyê, di rê de ji hêla cendirmeyan ve hatin sekinandin. Leşkeran, bi “gefa birîna cezayê” posterên Ahmet Kaya yên bi pacên mînîbûsan ve jê kirin. Bûyer, di ketina Edeneyê de qewimî. Yek ji ajokarên mînîbûsan ku nexwest navê xwe bide, bûyer weke bûyereke keyfî nirxand. Ajokarî, wiha got: “Ev 10 sal in ev wêne û nivîs li ser mînîbusa min hene. Tu caran nehatim sekinandin. Lê belê serê sibehê saet derdora 04.00’ê de komên trafîkê yên cendirmeyan em dan sekinandin, em birin tesîsa bêhnvedanê û xwestin em wêneyên Ahmet Kaya û nivîsan jê bibin. Dema me sedema wê jê pirsî jî gotin; ‘qedexe ye, heke hûn jê nebin em ê cezayî li we bibirin.’ Li ser hemû wesayîtan nivîs û wêne hene. Lê bi awayekî keyfî xwestin em jê bibin. Ev rewş nayê qebûlkirin.”