ÎHD: Divê gavên pêbawer bên avêtin 2024-10-24 14:53:05   ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban diyar kir ku her çend nîqaşên li ser pêvajoya çareseriyê girîng jî bin, hewcehî bi avêtina gavên pêbawer heye.    Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban tevî endamên MYK’ê têkildarî nîqaşên ser “pêvajoya nû” li navenda giştî daxuyanî da. Kuçukbalaban, da zanîn ku ÎHD ji roja hatiye avakirin heta niha di çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka kurd de israr dike û wiha got: “Ji ber ku pêvajoyên heta niha têk çûn, raya giştî ya demokratîk bi baldarî nêzî nîqaşên heyî dibe. Nîqaşên têkildarî pêvajoya nû ya aştî û çareseriyê girîng in lê bi gavên pêbawer dikarin micidbûna xwe nîşan bidin.”    'BIKARANÎNA MAFÊN DEMOKRATÎK DI BIN ZEXTAN DE YE’    Kuçukbalaban, anî ziman ku zextekî giran li ser bikaranîna mafên demokratîk heye û wiha pê de çû: “Hêj niha jî dihêlin tenê 10 kes tev li çalakiya Dayikên Şemiyê bibin. Çalakiyên Dayikên Aştiyê yên bi daxwaza aştiyê bi tundiyê hatine astengkirin. Hêj niha jî rojnameger tên girtin û darizandin. Girtiyên nexweş nnikarin mafê xwe yê tenduristiyê bi kar bînin û jiyana xwe ji dest didin. Bi dehan kes ji ber guhdarîkirina stranên kurdî û govendê hatin girtin. Hêj niha jî siyasetmedarên kurd û kesên di doza Geziyê de tên darizandin, girtî ne. Tecrîd û îzolasyona li ser Abdullah Ocalan didome ku rayedarên dewletê jî dibêjin aktorê sereke yê çareseriya meseleya kurd e.”    ‘NÎQAŞÊN TÊKILDARÎ AŞTIYÊ BIWATE Û GIRÎNG IN’    Kuçukbalaban, destnîşan kir ku ew nîqaşên têkildarî çareseriyê biqîmet dibînin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo ev gotinên watedar di nava raya giştî de xwedî giraniyekê bin, divê ji ewil feraseta qedexeker a me gavek berê destnîşan kirî were terikandin. Divê gavên pêbawer bên avêtin. Divê ji sedemên têkçûna pêvajoyên berê ders bên girtin û mekanîzmayên ku rêxistinên maf, hiqûq, ked û pîşeyî bi rehetî dikarin li ser pêvajoyê biaxivin bên afirandin.”