Cenazeyê Demîrtaş a hate qetilkirin hate veşartin 2024-10-24 14:54:21   AMED - Cenazeyê Evîn Demîrtaş a ji aliyê Abdûllah Şehmûsoglû ve hate qetilkirin, li Goristana Yenîkoyê hate definkirin.    Evîn Demîrtaş di 22’yê cotmehê de li Taxa Hûzûrevlerî ya girêdayî navçeya Peyas a Amedê ji aliyê Abdûllah Şehmûsoglû ku Demîrtaşê dest jê berdabû ve bi çekê hate qetilkirin. Faîl Şehmûsoglû yê piştî cînayetê reviya, hêj jî nehatiye girtin.   Cenazeyê Demîrtaşê yê ji bo kar û barên otopsiyê biribûn Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Amedê radestî malbata wê hate kirin. Demîrtaş li Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Rezan a Amedê hate veşartin.    Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Jinan a Rosayê, parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Adalet Kaya, Hevşaredara Yenîşehîrê Safiye Akdag, endamên Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin, Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar û gelek kes beşdar bûn. Şîna Demîrtaş li Mala Şînê ya Şakrat a Peyasê hate danîn.    Li aliyê din rêxistinên jinan dê sibê piştî serdana goristanê ber bi mala şînê ve bimeşin.