Tenduristvan: Divê peywira berpirsyaran bê bidawîkirin 2024-10-24 14:56:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Tenduristvanan li gelek bajaran têkildarî “Çeteya Yenîdoganê” daxuyanî dan û gotin: “Divê tavilê peywira kesên berpirsyariya wan tê de heye bê bidawîkirin.”    Kedkarên tenduristiyê li gelek bajaran têkildarî “Çeteya Yenîdoganê” û ticarîkirina mafê tenduristiyê daxuyanî dan. Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) a Şirnexê, Odeya Bijîşkan û Odeya Bijîşkên Diran li pêşiya nexweşxaneya dewletê ya li navendê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Tundiya di tenduristiyê de tê wateya mirinê” hilgirtin.    Serokê Odeya Bijîşkan a Şirnexê Serdan Kunî, wiha got: “Pirsgirêka esasî, polîtîkayên xwemalîkirinê yên di meriyetê de ne. Berpirsyarên vê yên esasî jî hikûmet bi xwe ye. Xebatkarên tenduristiyê yên kedkar ne berpirsyarên vê ne. Xwemalîkirina tenduristiyê û piyasabûna tenduristiyê, bi mirinên pitikan re veguyeriye rûreşiyeke dîrokî. Divê tavilê ev polîtîka bên terikandin. Hewceye tavilê peymanên nexweşxaneyên taybet ên bi SGK’ê re bên betalkirin. Hewceye derheqê berpirsyarên pergalê de lêpirsîneke îdarî û edlî ya bibandor bê destpêkirin û peywirên wan bên bidawîkirin.” Kunî, xwest ku TTB û sendîka jî tev li pêvajoya lêpirsînê bên kirin.    Şaxên SES’ê yên Riha, Eskîşehîr û Antalyayê jî bi heman boneyê daxuyanî dan û bertek nîşan dan.