Berdevka DEM Partiyê Dogan: Birêz Ocalan amade ye lê dewlet? HATE NÛKIRIN 2024-10-24 15:07:04   ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bal kişand ser daxuyaniya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Siyaseta demokratîk amade ye, birêz Ocalan amade ye. Gelo dewlet jî ji bo rakirina tecrîdê, avakirina bingeha çareseriya demokratîk a meseleya kurd û avakirina bingeheke hiqûqî û siyasî amade ye? Dor dora kesên ev bang kirin û yên xwedî lê derketin e.”   Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan têkildarî geşedanên di rojevê de li Navenda Giştî ya DEM Partiyê daxuyaniyê da. Dogan, behsa êrişa li dijî TUSAŞ’ê kir û bal kişand ser daxuyaniya MYK’a DEM Partiyê. Dogan, diyar kir ku divê her kes ji her demê bêhtir xwedî li aştiyê derkeve. Dogan, daxuyaniyên MYK’ê yên têkildarî êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr xist û got: “Em bang li hemû aliyan dikin ku zêdetir li ser guftûgo û rêyên çareseriya aştiyane bisekinin.”    ‘PÊKAN E KU RÊYEKE NÛ WERE VEKIRIN’   Bi domdarî Dogan ev tişt anî ziman: “Di serdemeke ku li ser çareseriyê tê axaftin û bingeha guftûgoyê ava bûyî de berpirsyartî dikeve ser milê hemû derdorên Tirkiyeyê. Em, geşedanên heyî bi baldariyeke zêde bi we re parve dikin û ji bilî vê tu daxuyanî û şîrove DEM Partiyê eleqedar nakin. Bi sala ye ji ber van rêbazan windahiyên mezin ên canî û aborî tên jiyîn. Em dikarin pêşî li vê rewşê bigirin. Vekirina rêyeke nû pêkan e.    Weke DEM Partiyê em careke din bang dikin; werin em bi hev re vê rêya nû vekin. Bi sala ye pirsgirêka kurd tune hate hesibandin, hate înkarkirin û weke pirsgirêkeke ewlehiyê hate nirxandin. Hewl dan bi taktîk û planên têkbirinê çareser bikin. Lê pirsgirêka kurd weke pirsgirêkeke mirovahiyê li pêşberî me disekine. Di rojên dawî de bû yek ji rojevên herî girîng a Tirkiyeyê.    BI MILYONAN KES DIBÊJE ‘OCALAN ÎRADEYA MIN E’    Bi roja ye tê nîqaşkirin û piştî 1’ê cotmehê dîsa ev pirs tê kirin; çima Ocalan? Weke DEM Partiyê em careke din bersivê bidin; ji ber ku em qala kesekê emrê xwe ji bo çareseriya demokratîk a meseleya kurd derbas kirî dikin. 25 sal in di girtîgeha giravê de tê ragirtin. 44 meh in di tecrîdeke giran de ye û tu agahî jê nayên girtin. Bi milyonan kes dibêjin; ‘îradeya min e.’ Em qala rêberekî wiha dikin.    PIŞTGIRIYEKE SÎNOR DERBAS KIRΠ   Her wiha ev piştgirî ne tenê bi Tirkiye û kurdan re bisînor e. Em qala piştgiriyeke sînor derbas kirin dikin. Em qala aktorekê ku di çareseriya pirsgirêka kurd de muxatab ê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û aştiya Rojhilata Navîn dê gelek sûdewer be dikin. Ji ber tecrîdê û astengkirina hevdîtinan, ev pirsgirêk roj bi roj girantir dibin. Ji bo van pirsgirêkan xwedî fikr û projeyên baş e. Di demên berê de Tirkiye bi xwe jî bû şahidê vê rastiyê.    Birêz Ocalan, ji salên 90’î heta niha li ber aştiyeke mayinde û rasteqîn digere. Lewma jî rola ku ew ê di çareseriya demokratîk a meseleya kurd de bilîze, înîsiyatîf û berpirsyartiya ku dê li xwe bigire jiyanî ye. Me ne piştî 1’ê cotmehê, em ji destpêkê heta niha her tim wisa dibêjin. Ji bo vê jî me bedel da.”    ‘OCALAN AMADE YE LÊ DEWLET?’   Dogan, bal kişand ser agahiyên Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan têkildarî hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re parve kirî û wiha domand: “Peyameke ji 3 rêzik û 3 hevokan pêk tê ye lê di hundirê xwe de gelek peyaman dihewîne. Ya yekemîn; ew bi xwe dibêje ku tecrîd hêj didome. Ya duyemîn; dibêje ku heke şert û merc bên avakirin, ew xwedî wê hêza teorîk û pratîk e ku pêvajoya pevçûn û tundiyê veguhêze ser zemîneke hiqûqî û siyasî. Îmrali Amed ye, birêz Ocalan amade ye. Lê gelo dewlet amade ye? Siyaseta demokratîk amade ye, birêz Ocalan amade ye, gelo dewlet jî amade ye ku mercên tecrîdê ji holê rake û bingeha çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û bingeha hiqûq û siyasî ava bike? Êdî dor dora kesên ev bang kirin û piştgirî dayin vê bangawaziyê ye. Êdî gotin carekê hate kirin, dem dema pratîkê ye. Gotineke ku êdî nema dikare were taloqkirin hate kirin. Gotinên girîng û krîtîk in. Lê divê berpirsyartiyên wê yên dîrokî jî bên cibîkirin.    TENDURISTIYA BIRÊZ OCALAN BAŞ E   Divê micid nêzî çareseriya meseleya kurd bibin. Divê ji pêvajoyên berê ders bên girtin. Birêz Ocalan şert û mercên giran ên tecrîdê dibîne û dijî ku qala tecrîdê dike. Her wiha derheqê rewşa wî ya tenduristiyê de çendek gotinên spekûlatîf tên kirin. Weke berpirsyartiyeke dîrokî em bi raya giştî re bi eşkereyî dibêjin; rewşa tenduristiyê ya birêz Ocalan baş e. Ev spekûlasyonên tên kirin bi zanebûn tên kirin. Her wiha silav li her kesên pirsa wî dikin, di meseleya kurd de li benda gavavêtinê ne, yên daxwaza aştî û demokrasiyê dikin û ji bo vê berpirsyartiyêl i xwe digirin kir.    WEKE DEM PARTIYÊ EM AMADE NE   Di daxuyaniya xwe ya berê de jî me gotibû ku; heke daxwazeke we ya ji bo avakirina aştiya birûmet û adilane hebe; heke daxwazeke we ya ji bo vekirina rêyeke demokratîk a muzakere û guftûgoyê esas digire hebe; em dizanin ku ev şer zehmettir e. Lewma em pir bi baldarî nêzî van daxuyaniyan dibin. Em careke dibêjin; partiya me amade ye ku bi rêya têkoşînê û di çarçoveya çareseriya demokratîk de rol bilîze û înîsiyatîfê li xwe bigire. Ev mijar ji bo me pir zelal e.    DIVÊ MIROV BI BERPIRSYARTÎ NÊZ BIBE   Em careke din vegerin meseleya aktoran... Me muxatabtiya birêz Ocalan bi we re parve kir. Em dizanin ev yek bê zanîn; ji bo çareseriya demokratîk a meseleya kurd, ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê û aştiyeke mayinde, tu aktorên di nava DEM Partiyê û li derveyî rû bi rû bimîne tune ye. Bila kesek ji bo vê keyfxweş nebe. Tevahiya aktorên di siyaseta kurd de; di pêvajoya çareseriyeke demokratîk a bi muxatabiya birêz Ocalan de amade ne ku li ser bingeha hiqûqî û siyasî bi berpirsyarî tevbigerin. Amade ne berpirsyartiya xwe nîşan bidin.    PEYAMA ABDULLAH OCALAN: EZ AMADE ME   Bila kesek nekeve nava bizavên ku weke di nava siyaseta kurd de dijberî hebe û aktorên cuda hebin. Bila qet keyfa xwe bi vê neyînin. Ji ber ku ji berê heta niha ev hewldan tevek vala derketin. Lewma jî hewcehî bi xerckirina enerjiya ji bo vê hewldanê nîne. Ez careke din dubare dikim; weke DEM Partiyê em dibêjin ku birêz Ocalan amade ye. Peyama xwe daye. Siyaseta demokratîk amade ye. Wê demê dem dema kesên ev bangawazî kirin û yên xwedî lê derketin e. Di demeke ku li Rojhilata Navîn şer mezin dibe de, ji bo pirsgirêka kurd ji bilî guftûgo û muzakereyên demokratîk tu vebijêrkên din tune ne.”