Cenazeyê Acar a hatibû îdiakirin întîhar kiriye hate veşartin 2024-10-24 15:22:48   MÊRDÎN - Cenazeyê Mizgîn Acar a hatibû îdiakirin li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê întîhar kiriye û di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da, ligel dirûşma “Şehîd namirin” hate veşartin.    Girtî Mizgîn Acar a hatibû îdiakirin ku di şeva 1’ê cotmehê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê “hewl daye întîhar bike” di beşa lênêrîna awarte ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mêrdînê de ku lê dihate dermankirin di roja 24’emîn de jiyana xwe ji dest da. Piştî ku malbat û xizmên Acarê hatin agahdarkirin ew derbasî ber nexweşxaneyê bûn. Piştî ku li morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mêrdînê karûbarên otopsiyê hatin kirin cenazeyê Acarê ligel dirûşma “şehîd namirin” li wesayîta cenazeyî hate siwarkirin. Cenazeyê ku endam û rêveberên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Kesên Xizmên Xwe di Dêrgûşa Şaristaniyê de Windakirine re (MEBYA-DER), rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên pê re bûn, anîn Goristana Kible ya Taxa Ortaçarşi ya navçeya Midyadê.    Piştî wecîbeyên olî hatin bicihanîn cenazeyê Acarê bi awayekî girseyî hate veşartin. Piştî veşartina cenaze ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin. Piştî merasîma veşartina cenaze girse derbasî Mala Şînê ya Gel a li Taxa Ortaçarşiyê.