Babacan ji îktîdarê re got: Tenê yek saeta em winda bikin tune ye 2024-10-24 15:33:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan wiha bang li îktîdarê kir: “Tenê yek roja em winda bikin tune ye. Heke hûn jidil bin, wê demê gavan biavêjin.”    Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan têkildarî nîqaşên ser “Pêvajoya nû” li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek parve kir. Babacan, diyar kir ku tenê yek saeta winda bikin nema ye û xwest îktîdar gavan biavêje.    ‘HEKE HÛN JIDIL BIN GAVAN BIAVÊJIN’   Babacan, wiha bang li îktîdarê kir: “Ez bangî îktîdarê dikim. Birêz Erdogan, birêz Bahçelî; tenê yek roj, tenê yek saeta em winda bikin tune ye. Tirkiyeyê ji vê pirsgirêka bi dehan sala ye dijî xelas bikin. Heke hûn jidil bin, gavan biavêjin. Ji bo Tirkiye bibe welatekê ku dayik lê nagirîn û zarokên wan di temenekî ciwan de nakevin bin axê, tişta pêwîst bikin. Heke hûn nekin, heke hûn nekarin bikin, em jixwe ji bo kirina vê amade ne!”