Girtî Karataş piştî 31 salan hate berdan 2024-10-24 16:09:53   AGIRÎ - Yûsûf Karataş ê di sala 1993’yan de bi hincetên siyasî li navçeya Panosê hate girtin, piştî 31 salan hate berdan.    Yûsûf Karataş ê bi hincetên siyasî di sala 1993’yan de li navçeya Panos a Agiriyê hatibû girtin, piştî 31 salan ji Girtîgeha Tîpa T a Qûbîn a Êlihê hate berdan. Karataş ê duh bi şev hate berdan, li ber girtîgehê ji aliyê Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Êlihê û malbata xwe ve hate pêşwazîkirin. Karataş pişt re bi malbata xwe re derbasî navçeya Panosê bû.    YÛSÛF KARATAŞ KÎ YE?    Karataş, piştî ku di sala 1993’yan de li navçeya Panos a Agiriyê hate binçavkirin 11 rojan îşkenceyeke giran lê hate kirin. Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ya Erzîncanê ku Karataş lê dihate darizandin bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparebûna dewletê” cezayê hefsê yê muebedê lê birî. Karataş cezayê lê hatibû birîn di 23’yê cotmeha 2023’yan temam kiribû. Lê ji ber Karataş ferzkirina poşmantiyê qebûl nekir, berdana wî ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdarî ya Girtîgehê ve 2 caran 6 mehan hate taloqkirin. Karataş, di pêvajoya girtîgehê ya 31 salan de bêyî daxwaza xwe di gelek girtîgehan de ma.