ÎHD’ê ji Dîlokê ji bo Hatîce Onaran banga berdanê kir 2024-10-24 16:43:38   DÎLOK - Şaxa ÎHD’a Dîlokê girtina Endama Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’a Stenbolê Hatîce Onaran a ji ber şandina pereyan a ji girtiyan re protesto kir.    Endama Lijneya Rêveberiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Hatîce Onaran, bi hinceta pere ji girtiyan re şandiye di encama doza derbarê wê de hatiye vekirin 4 sal û 2 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Piştî ku ev ceza hate pejirandin Onaran hate girtin. Şaxa ÎHD’a Dîlokê cezayê li Onaran hatiye birîn li ber Edliyeya Dîlokê bi daxuyaniyekê protesto kir. Kesên tev li daxuyaniyê bûn pankarta “Hatîce Onaran ne bi tenê ye” vekirin. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Dîlokê Bahrî Ogûz diyar kir ku zext li malbat, wasî, parêzer û parazvanên mafên mirovan ên pereyan ji girtiyan re dişînin tê kirin.    Ogûz diyar kir ku cezayê hatiye birîn ne hiqûqî ye û bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya Hatîce Onaran a 60 salî û ji ber nexweşiya penceşêra kolonê tê dermankirin. Ogûz, bang li Wezareta Dadê, Dadgeha Bilind, Baroyan û rêxistinên mafan kir û di berdewama wê de ev tişt gotin: “Divê hemû mirovên bawerî bi serdestiya hiqûqê tînin û li edaletê digerin li dijî vê biryarê derkevin û bertek nîşan bidin. Divê hemû baro, yekitiya baroyan, sazî û kesên li demokrasî û edaletê digerin û saziya siyasetê li dijî vê bêhiqûqiyê dengê xwe bilind bikin. Em hemû rayagiştî, medyayê û kesên eleqedar vedixwînin ku dengê xwe bilind bikin û bikevin nava liv û tevgerê.”