Bîlançoya êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2024-10-24 22:16:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Ewlekariya Hundirîn bîlançoya êrişên Tirkiyeyê yên 24 saetên dawî eşkere kir û got: “Di encama van êrîşan de 2 ji wan zarok 12 welatî şehîd bûn û yek ji wan zarokeke 3 salî, 27 welatî birîndar bûne.”     Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê bîlançoya êrişên Tirkiyeyê ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir.   Daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn wiha ye:   "Di nava 24 saetên dawî de artêşa Tirk a faşîst bi dehan navendên xizmetê û jiyanî û gundên niştecihan bombebaran kirin.   QAMIŞLO   Navenda genim (silo) û navendeke sivîlan ji aliyê balafirên bêmirov ve hatin bombekirin.   TIRBESPIYÊ   Qada petrolê ya Ûdê 6 caran li pey hev ji aliyê balafirên keşfê ve hat bombekirin. Her wiha stasyona petrolê ya Seîdeyê jî 3 caran ji aliyê balafirên şer ve hate bombekirin.   Dîsan stasyona petrolê ya Babasî jî 5 caran li pey hev bi rêya balefireke bêmirov hate bombebarankirin, ji bilî wê jî benzînxaneyek bû hedefa balafira bêmirov.   AMÛDÊ   Du caran stasyona elektrîkê ya Amûdê, du caran navenda firnê û 2 caran jî gundê Hasad jî bi rêya balafirên bêmirov hatin bombebarankirin.   DÊRIK   Kargehên gazê yên Siwêdiyê 2 caran ji aliyê balafirên bêmirov ve, kargeheke sivîlan jî 4 caran ji aliyê balafirên bêmirov ve hatin hedefgirtin.   RIMÊLAN   Bîrên petrolê yên li Rimêlanê 11 caran hatin bombekirin, projeya çandiniyê ya sivîl jî bi balafirên bêmirov hate bombekirin.   TIL TEMIR   Gundên tê de şênî hene (Til Werd Xerbî, Xirbet El Şaîr, Rebîat, El Tewîle, Til Tewîl, Um El Kêf, El Ewce, Qebir Kebîr a Xerbî, Dawûdiyê) bi 70 top û 15 topên hewanê hatin bombebarankirin.   KOBANÊ   Stasyona elektrîkê ya li Kobanê 3 caran bi balafirên bêmirov hate bombekirin.   Firnek li Kobanê jî piştî du caran ji aliyê balafirên bêmirov ve hat bombebarankirin, careke din hat hedefgirtin û ji kar hat derxistin.   Her wiha depoyek xwarinê jî bû hedefa dronê.   EYN ÎSA   Gundên Mişêrfa Şerqî, Kampa Eyn Îsa, Dewalib, Sîdon û Muelek hatin topbarankirin.   KANTONA EFRÎN Û ŞEHBA   Bi awayekî sîstematîk gundên Til Rifetê, Şealê, Xirbet Şealê, Hirbil, Um El Qura, Um El Hoş, Şêx Îsa, Miniq û Tinibê bi zêdetirî 160 topên hawanê hatin bombebarankirin.   Di encama bomberdûman û hedefgirtina dagirkeriya Tirk a faşîst de keçeke 3 salî jî di nav de 27 sivîl birîndar bûn û 2 jê zarok 12 sivîl şehîd bûn."